Cîhan

Piştî pêkanîna hikûmetê Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyeyê

Li gor hindek çavkaniyan, piştî pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê dê bi fermî serdana Tirkiyeyê bike.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveyî serdananx we ya bo Tirkiyeyê de, dê digel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmed Dawudoglu bicive.

Nêçîrvan Barzanî dihevdîtinên xwe de digel serokwezîr, wezîrê derve û berpirsên din yên Tirkiyeyê behsa geşkirin û berfirehkirina têkeliyên navbera Anqere û Hewlêrê bike û herwesa di wan hevdîtinan de dê rê û awatyên çaresrkirina pirsa kurdî jî bê behis kirin.

 Li gor hatiye zanîn, Nêçîrvan Barzanî dê peyamekê bigihîne berpirsên tirkî ku ji bilî rêyên leşkerî û bikaranîna şidetê,ji bona çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê, herêma Kurdistanê amadeye hemû îmkanên xwe alîkariya çarserkirina bi rêya aşitî û diyalogê bike.

Back to top button