Cîhan
Piştî êrîşên Hamasê 550 hezar Îsraîlî welatê xwe terikandin
Hat diyarkirin ku piştî êrîşên 7ê Cotmehê yên Hamas û Îsraîlê di 6 mehên ewil de 550 hezar Îsraîlî welatê xwe terikandine.
Di nûçeya malperek Îsraîlî de, li gor daneyên Îdareya Nifûs û Koçberan, hat diyarkirin ku di 6 mehên ewil ên şer de nêzî 550 hezar Îsraîlî welatê xwe terikandine û hê jî venegeriyane.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku rewşa reva ji ber şer a demkî ji zehmetiya vegerê veguheriye koçberiya mayînde.
Îsraîl ji 7ê Cotmehê vir va êrîşên xwe yên li ser Xezeyê didomîne, ji 8ê Cotmehê û vir ve li ser sînorê Lubnanê bi Hîzbullahê pevçûn didomin.