Civak

Piştî 238 roja jiyana xwe ji dest da

Ebru Timtik parêzer bû ,Ebru ji dadgehê dixwest ku, ew û hevalên xwe bi awayek adil bêne dadgehkirin. Hemû daxwaziya Ebru evbû. Lê Ebru tu cara bawer nekir ku ew bi awayek adilane tê dadgehkirin û ji bo vê yekê dest greva birçîbûnê kir.

Ebru zêdetirê 200 rojan ma di greva birçşbûnê de, lê dadgeha guh nedan daxwaziya Ebru, her dadgehê îdia dikira ku ew bi awayek adilanê tê dadgehkirin. Lê Ebru ji dev greva birçîbûnê berneda û ev yek kir greva birçîbûna mirinê.Heta bi vê sedemê jiyana xwe ji dest da.

Gelek siyasetmedar û partiyên opozisyonê didin xûyakirin ku, dadweriyê û sistema heyî Ebru ber bi mirinê ve birin.

Ebru Timtik endamê baroya Stanbulê bû ,herweha ew endama Komeleya Hukukzanên Hevdem bû jî. Ebru li gel hinek hevalên xwe yên parêzer bi tohmeta endametiya rêxistina DHKP-C dihat darizandin.Dadgeha Stanbulê roja 20.3.2019ê 159 sal ceza da 18 parêzerên endamên Komeleya Hukukzanên Hevdem. Bi tuhmeta endametiya rêxistina “Terorist“ dadgehê 13 sal û 6 meh ceza da Ebru.

Li ser ne adaletiya dadweriya komek parêzerên endamê Komeleya Hukukzanên Hevdem dest greva birçîbûnê kirin. Lê piştî demekî ev çalakiya xwe sekinandin. Lê Ebru li gel hevalek xwe bi navê Aytac Unsal greva xwe ya birçîbûna mirinê berdewam kir û piştî 238 roja li nexweşxaneya Sadi Konuk li Stanbulê jiyana xwe ji dest da. Hevalê Ebru Timtik ,Aytac Unsal jî greva birçîbûna mirinê berdewam dike.

Termê Ebru Timtik li ser daxwaza wê dibin Cem Evê ya Stanbulê û piştre wê dispêrên axê.

Back to top button