Polîtîk

Amerîka û Rûsya danustandinê li ser çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê dikin

Pêşhatên mezin Navçeyên Bakûrê Rojhilatê Sûriye û Xweseriya Demokratîk tê çaverê kirin û metirsiyeke zêde jî heye ku bibin navendeke dinê şer û tundiya aliyên nakokiyên li navxweya Sûriye û welatên navçeyê û cîhanê jî, li vî derbarî de hinek zanyarî behsa ewe dikin ku Amerîka dixwaze li gel her yek Rûsya û tirkiye li ser wê navçeyê rêk bikevê û hewla wan du welatan ji bo çêkirina kêşeyên li Rojhilatê Firatê nehêle.

Îlhan Ozgal Profesorê tirkî û pîsporê warê peywendiyên navdewletî bi kanala “Al Arabiye” ragihand, piştî êrîşa tirkiye ya navçeyên Rojhilatê Firatê ku li dawiya sala derbasbûyî hate encam dan, derfeteke mezin bi Rûsan da bo ku şiyanên xwe li navçeyê zêdetir bikin û cihên xwe bihêztir bikin. Moskow dixwaze ew pêgeha ku li navçeyê de bi dest xistiye biparêze û zêdetir jî pêşbixe û destê xwe ji bo tevahiya navçeyên Rojhilatê Firatê dirêj bike. Lê belê hebûna Amerîka li navçeyê kêşeyê ji bo Rûsya dirust kiriye, bi taybet li navçeyên aliyê dinê Rojhilatê Firatê û nêzîk tixûbên Iraqê.

Her wiha got: Rêkeftineke Rûsî – Amerîkî ya di derbarê Rojhilatê Firat pêktê û destpêkê jî derketiye, ji bilî wê yekê rastiyê de car bi car alozî û kêşe li navbera serbazên Rûsya û Amerîka çêdibe, lê belê cûreyek li rêkeftin jî li navbera wan de heye. Bi piştrastiyê ve hevdû têgihiştin û rêkeftina li navbera wan nebê, wê Moskow û Washington tu demekê bi bêdengiyê beranber wan aloziyên li navbera hêzên her du aliyan de çêdibin, namênin û helwestên tund dijî hevdû derdibrin.

Ew profesor dibêje: Berê jî dema hêzên Rûsya hewl dan ku biçin navçeya Dêrikê û sêgoşeya tixûbê di navbera Iraq û Sûriye û tirkiye kontrol bikin, lê belê hêzên Amerîka rêgiriyê li wan kirin û ew jî bêyî wê yekê hîç karvedaneke wan hebê, navçeyê bi cîh hiştin û ji Dêrikê vekişiyan.

Hevahengiya li navbera her du aliyan pêkhatiye û Amerîka dixwaze Xwebirêveberiyek ji bo Kurdan çêbike

Li gel hebûna hemahengî û hevdû têgihiştina li navbera Washington û Moskow, lê belê Moskow dixwaze peywendiyên tirkiye û Amerîka ber bi aloziyeke tevahî ve bibe, bi livandin û tevgerandina dosya hêzên Sûriye Demokrat, ji bo wê yekê Rûsya bi tu awayekê naxwaze xwe ji kêşeyên li navçeyê û zextên li ser hêzên Amerîka çêbike, ji ber ku armanca wî ewe tirkiye vê karê ji bo wî bike, ji ber ku vekişana pêşiya Amerîka jî li navçeyê bi navê tirkiye bû, lê dawiyê de rewş ji bo berjewendiya Moskowê de çêbû û li bingehên hêzên Amerîka li navçeyên Rojhilatê Firatê bi cîh bû.

Niha li navbera Rûsya û tirkiye û Amerîka bi nihênî di derbarê çarenivîsa Rojhilatê Firatê tê kirin, Washington dixwaze Enqere û Moskow razî bike, bi dirustkirina navçeyeke Xwebirêveberiyê ji bo Kurdan li Rojhilatê Firatê, bêyî wê yekê bigihe serbixweyî û li rûyê siyasî ve jî zêde pêgeh bi wan nayê dayîn, belku cûreyeke li birêvebirina îdarî û kargêrî û darayî ya wan dibê li navçeyê de, bi tu awayekê desthilatên wê yekê bandora ku Amerîka dixwaze ji bo Kurdan li Rojhilatê Firatê çêbike, wekî desthilata Herêma Kurdistanê nabê li Bakûrê Iraqê û belku desthilatên wê gelek kêmtir dibin.

Desthilata Xwebirêveberiya Kurdî li çarçêweya kargêrî û aborî de dibe û siyasî nabê

Armanca Amerîka eweye bi tu awayekê Kurd li Sûriye venegerin berî 2011, an ku berî destpêka şoreş û tundutîjî û aloziyan û pêkdadanên li Sûriye, li gel ewe jî pêkanîna wê armancê dibe ku cûreyek ji cûreyan razîkirina Moskowê bi vê hengavê hêsan bê, lê belê kêşeya serekiya tirkiyê ye û tu demekê naxwaze navçeyeke xwebirêveberiyê hebê û bi tundî red dike. Lê belê bi dûr jî nayê zanîn, eger Moskow û Washington bigihin rêkeftinê, wê demê tirkiye hîç çareseriyeke din bo wî namîne.

Egereke din jî eweye ku tirkiye pê bê razî kirin, ew jî mayîna Efrîn û navçeyên Rojavayê Firatê û ser tixûbê tirkiye û Sûriya, tê çaverê kirin bi razîbûna Moskow û Washington jî bi mayina tirkiye li wan navçeyan ji bo demeke dirêj, Enqere nermî nîşan bide, lê belê merc jî divê li ser çawayiya birêvebirina navçeyê û bi tevahî destê PKK li Rojhilatê Firatê bê derxistin. Li gel evan hemûyan da jî heta niha nezelale ew danustandin û hevdû têgihiştin li navbera her sê welatan li ser Rojhilatê Firatê tê kirin û kengê û çawa bi encam digihin û bi fermî radigihînin.

Baz Ehmed

Back to top button