Polîtîk

Piştevanîkirina şandina neftê, piştevanîkirina serxwebûna Kurdistanê ye

Li hevpeyvîneke taybet de Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê kir û da zanîn ku welat li  ber çend egerek daye ku divê Iraqî xwe yek alî bikin û divê vê carê Kurd bi yek deng û yek gotarî biçê Bexda bo ku mafên rewayên gelê Kurd desteber bikin.

Her wiha Mihemed Hacî Mehmud dibêje: Berî 2003 Kurd li ser ekonomiya qaçax jiyaye û li ser wê % 17 budçeyê jiyaye, ku ji aliyê Bexda ve ji bo Kurd dihate şandin. Herdem tirsa wê yekê hebû rojek bê Bexda wê pereyê neşîne. Lê belê kes bîra ewe nedikir rojek bê Bexda muçeya xelkê Kurdistanê bibre. Diviya berî wê nan birîna Herêma Kurdistanê bîra ewe bikira ku bibe xwediyê ekonomiya serbixwe ku tiştekî din jî bi xwe ve tîne. Ji bo wê yekê şandina derveya neftê, li jêr guşara Hikûmeta Bexda bê yan bi bîrkirina xwe bê li her dû rewşan de ez bawerim hengavekî girînge û yek ji serkeftinên Kurd li wan hengavan da ji bo wê yekê piştevaniya şandina neftê piştevanîkirine li serbixweya Kurdistanê û gelek serbixweyên din.

Back to top button