Pişgiriya referanduma serxwebûnê ne tenê bi gotine
Di van rojên dawî de pirsa serxwebûna Kurdistanê û bi yekê ve girêdayî pirsa Kurdên ji derveyê welat tê gotubêj kirin. Pirsa Serxwebûna Kurdistanê di qada navnetewî de û herweha bi awayek fermî ku bala cîhanê bikişîne bi referanduma serxwebûna Kurdistanê di sala 2017ê bû rojev û heta wek îro tê gotubêj kirin.Bê guman ji berî referandumê gelek hewldan hatin kirin ku ji bo zemînek ji referandumê re bê amade kirin.Taybetî sala 2014ê şerê li başûrê Kurdistanê li dijê tevgera terorist a DAÎŞê û bûyerên ku di dema şer de hatîn pêş wek amadebûna zemînekî ji bo referandumê dihat dîtin.
Herweha di wê demê de diplomasiya ku Kurda rêve dibira û hevdîtinên li gel berpirsên welatan de behsa serxwebûnê dihat kirin û peyamên di vê derbarê de dihatin dayîn hêviyek ji aligirên serxwebûnê re peyda kirîbû. Dema cara yekem serok Barzanî li Qesra Spî di hevdîna li gel serokê Amerikayê de behsa serxwebûna Kurdistanê kirî, hêviyek mestir peyda kir û ev bû destpêka hewldanên serxwebûna Kurdistanê.
Gelek vekirî PDKê û Barzanî serkêşîya pêvajoya ku Kurdistanê ber bi referandumê ve bibe dikir. Aliyên din li başûr taybetî YNK gelek bi germî xwe nêzîkî vê yekê nedikira. Lê serok Barzanî û PDK bi israr referandum anîn rojevê û bi biryara parlementoya Kurdistanê jî referandum hate li darxistin. Mixabin hat dîtin ku cîhan li ser soza xwe nesekinî.
Hukumeta Iraqê li gel hinek dewletên din cardin hewldana dagirkirina başûrê Kurdistanê kir. Îran di projeya ji nû ve dakirkirina Kurdistanê de rolê sereke dileyizt. Artêşa Iraqê li gel Heşda Şeibî û milîsên Îranî bi serokatiya Qasimî de, êrîşê Kurdistanê kirin. Bê guman hevalbendên ziyniyeta dagirker yên Kurd jî beşek ji plana dagirkirina Kurdistanê de rolek bingehîn dileyztan.
Îranê û hukumeta Baxdayê di vê projeyê de Tirkiye jî anîbûn tenişta xwe. Li gora projeyê, dê di du sengerên bingehîn de êrîşê Kurdan bikin. Yekem li Kerkûk û duyem Sihêla.
Li devera Kerkûkê YNKê li gel PKKê xiynetek mezin kirin û li ba hêzên Îranî û milîsên Şîe de cih girtin û Kerkûk dagir kirin. Heta Pirde hatin. Lê hêzên pêşmergeyên girêdayî PDKê li gel bi hezaran xwebexşan berxwedanek dîrokî nîşandan û li devera Pirde hêzan dagirker sekinandin û ew şkênandin.
Li Sihêla proje ewbû ku, êrîşê Kurda bikin û heta devera pêşxabûr werin û ji alê din ve Tirkiye jî bikeve devera sinor û li gel artêşa Iraqê deriyê Brahim Xelil jî bigrin. Ew zêdeyî mehekî bû, Tirkiye li devera sinor li gel Artêşa Iraqê bi navê menewrayên leşkerî amadebûna vê yekê dikira.
Lê wek Pirde,li Sihêla jî bi berxwedana Pêşmerge û taybetî qehremaniya Pêşmergeyên Roj plana dijmin hate têkdan û li Sihêla dîrokek nûjen ya berxwedana Pêşmerge hate nivîsandin.
Kurdistanê, PDK û Barzanî ji bo referandumê rîskek mezin girtin ser milê xwe û gavek dîrokî avêtin. Di dema pêvajoya serxwebûnê de, derveyê Kurdistanê taybetî li Ewropa rawenda Kurd pişgiriyek mezin da biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê. Çalakiyên hêja hatin li darxistin.Lê mixabin li beşîn din yê Kurdistanê bi heman germiyê pişgirîya referandumê nehat kirin.
Li bakurê Kurdistanê alîyên ku pişgirî didan referandumê li Hewlêr encama referandumê pîroz kirin. Wek din li bakur deng nebû. PKK/HDP li dijê referandumê bûn deng ji binî ji wan derneket û henek berpirsên HDPê bi awayek şermok daxûyanî didan. Li Diyarbekir ew bajarê ku sembola tevgera Kurd tê zanîn , êvara ku encam referandumê hate eşkerekirin, bê deng bû. Tenê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Li Diyarbekirê derketin kolana û bi meşekî bin ala Kurdistanê de,ev gava dîrokî li başûrê Kurdistanê hatî avêtin pîroz kirin. Wek din axa mirî li Diyarbekir û bajarên din li ser kurda hebû.
Li rojavayê Kurdistanê desthilata heyî çalakî qedexe kirin, lê cardin kurdên rojavayê Kurdistanê bi dehan çalakî li darxistin û encama referanduma serxwebûnê pîroz kirin.
Îro dema Kurd, aliyên siyasî derdikevin ser kanalên televizyona yan jî di medya civakî de behsa referanduma Kurdistanê dikin, gerek di wê pêvajoya sext de behsa helwesta aliyên siyasî yên Kurdan jî bikin. Gerek behsa xiyanetên hatî kirin bikin, gerek behsa rêgirên rêya serxwebûnê bikin. Heta pêvajoya ji berî referandumê û helwesta hinek aliyan di referandumê de neyê nirxandin pişgiriya serxwebûna Kurdistanê nabê xwedê wateyekî.
22.9.2020
Nûçe/Analîz
N.Firat