CîhanRojev

Pişgiriya me ji bo Iraqê berdewam e…

Joe Biden li Koşka Spî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û got: “Em li bendê ne ku hilbijartinên Cotmeha îsal a Iraqê birêve biçe. Em rola xwe li Iraqê diguherînin, lê belê hemahengiyên me berdewam dibin.”

Biden got: “Ji aliyê Amerîkayê ve Iraq berê jî û niha jî welatekî girîng bûye li Rojhilata Navîn.”

Serokê Amerîkayê diyar kir: “Heta ku pêwendiyên navbera Amerîka û Iraqê hate avakirin, gelek qurbanî hatin dayîn, berhema qurbaniyên me hebû. Îdareya min pabend e bi parastina wan pêwendiyan. Diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê tekezkirina vê yekê ye, em di warên tendirustî, keşûhewa û enerjiyê de hemahengiyên xwe berfirehtir dikin.”

Joe Biden destnîşan kir: “Em ê di nav çend hefteyên bê de nîv milyon doz vaksîn bişînin Iraqê. Em piştevaniya bihêzkirina demokrasiya Iraqê dikin.”

Back to top button