CîhanPolîtîk

Pişgiriya hêzên pêşmerge ewleviyeta civaka cîhanê ye

Şêwirmendê Encumena Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Komara Çek kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku pêwîst e sûd ji ezmûna Çek û Silovakia were werbigrin.
 Şêwirmendê Encumena Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê navxwe yê Komara Çek Jerry Novaçek û şandeke pê re kir û ragehand ku ev alozî û tundûtîjiyên ku li deverê de hene encamên ew şaştiyanin ku beriya sed salan bêyî pirs û şêwir kirin bi xelkê deverê ji aliyê Ewrûpayê ve lihev kirinek bo amade kirina nexşeya deverê hatiye îmzekirin. Her di heman civînê de ku Konsulusê Komara Çek yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Çek kir ku hevkariya hêzên pêşmerge kiriye û got: “Pêwîst e hevkarîkirin û piştgîrî kirina hêzên pêşmerge ewleviyeta civaka cîhanî be.” Li hemeber de jî Jerry Novaçek tekez li ser vê yekê kir ku ewlatê vî vê berdewam be li ser hevkarî kirina hêzên pêşmerge û got: “Komara Çek ji pîwera bizehmet û pêvidiyên hêzên pêşmerge bi başî fêm dikin lewre hikûmeta me hewl dide daku rêyên zêdetir hevkarî kirina pêşmerge û gehandina hevkariyan bo pêşmerge bilez bibîne.” Di berdewamiya civîna han de behsa têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê hate kirin û Mesrûr Barzanî balkêşande ser siyaseta Kurdistanê ya bo çareser kirina kêşeyên heyî û behsa prosesa aştiyane ya cuda bûna Çek û Silovakiayê kir û got: “Pêwîst e ew ezmûna han li ber çavan were girtin û Kurdistan jî hertim amade bûye bo diyalog û danûstandinê li gel Îraq û welatên din.”

 

Back to top button