Pirtûkên Kurdî yên avahîsaziyê, ji tiliyên destan derbas nakin
Hîmdad Ebas: Hejmara wan pirtûkên bi Kurdî yên di derbarê avahîsaziyê de hene ji tiliyên destan derbas nakin
Wergerên pirtûkên li warên edebî, hunerî, olî û siyasî yên li nav pirtûkxaneya Kurdî de pirin, lê belê hengavên ji bo wergerandina pirtûkên endazyarî û taybet bi avahîsaziyê nebuye an jî kême. Ciwanekê Kurd wekî yekem endezyar wê erkê dixe ser milê xwe û çend berhemek werdigere zimanê Kurdî û çap dike.
Îro dûşem 11ê gulanê Hîmdad Ebas nivîskar û endazyarê avahîsaziyê bi rojnameya “Uşe” ragihandiye “Xewna nivîsandina min ya di derbarê avahîsaziyê de, vedigere li ser du sebeban, ya yekem ji ber hezkirina min pêkhatiye û ya duyem jî ji ber xemxuriya min ya ji bo hebûna pirtûkên avahîsazî û telarsaziyê bi zimanê Kurdî. Em wekî avahîsaz û telarsaz şiyana me û karîna me geleke, lê belê mixabin ku heta niha hejmara wan pirtûkên di derbarê avahîsaziyê de bi zimanê Kurdî hene, ji tiliyên destan derbas nakin.”
Her wiha Ebas dibêje: “Sê sedemên serekî hene ku hejmara wan pirtûkên bi Kurdî hene yê di derbarê avahîsaziyê de, ji tiliyên destan derbas nakin, ew jî vedigere li ser kêmasiya me yên endezyar û avahîsazan ku me kar li ser belavkirina rewşenbîriya avahîsaziyê nekiriye bi Kurdî. Sedema duyem jî ew astengîne ku li rûyê akademiyê ve têne pêş, bi taybetî aliyên zimanevaniyê de. Sedema sêyem jî nebûna palpiştiya zanistî û darayî ye ji aliyê dezgehên fermî bi taybetî zanîngehan.”
Endezyar û werger Hîmdad Ebas dibêje: “Lê belê li gel wê yekê jî ez ranewestam û min bi berpirsiyariya xwe zanî ev demeke dirêje kar li ser nivîsîna huner, dîrok, teoriya avahîsaziyê bi zimanê Kurdî dikim. Lê belê neku nivîsînekê çîrokbêjî, nivîsînekê şîkarî û rexnegirane ku birastî cihê xwe bigre. Hemû karên min jî bê beranbere û li rêya elektronî ve min belav kiriye ku zêdetirîn kes bikarin bixwînin.”
Ebas: “heta niha dû pirtûkên li ser avahîsaziyê min bi Kurdî belav kirine ya yekem bi navnîşana (Endazyariya Telarsazî(Avahîsazî)) ku nasandinekê kurt ya avahîsaziyê ye û li ser dû beşan da hatiye dabeş kirin. Yekem behsa beşa avahîsaziyê û waneyên wê beşê dike wekî warên xwendinê, beşa dûyem jî li ser endazyariya avahîsaziyê ye û ew karên ku dikarin pê bawernameya avahîsaziyê pê bêne encamdan.”