Kultur

Pirtûka GOTINÊN PÊŞIYAN

 Ev pirtûka bi navê Gotinên Pêşiyan ku ji aliyê Weşanxaneya Pencînarê ve li Stockholmê hati weşandin,  ji aliyê helbestvanê hêja û salxurê xebatkarê Çanda Kurdî  ve ji Ebdulah Celanî ve hatiye  amadekirin, ji 4.250 Gotinên Pêşiyan pêkhatiye.Xebata Celanî li ser berhevkirina wan, 18 sal kar kiriye.Berî vê berhemê jî pirtûkeka wî bi navê HELIZ a helbestan, dîsa  ji aliyê weşanxaneya PENCÎNARê ve li Stockholmê hatiye weşandin.Ebdulah Celan, di sala 1946an de li gundê Cimzerqa girêdayê bi Misircê (Kurtalan) ve hatiye dinyayê. Diya wî Nazê ye û bavê wî Hecî Remezan ji eşîra Siloqan bavikê Fetikan in. Zaruktiya wî weke ya hemû zarûkên Kurdan li gundê jidayikbûna wî bihuriye û di 1953an de dev bi dibistana tirkî kiriye, pê re jî Qurana pîroz xwendiye. Di 1966 meha Adarê çûye leşkeriya Tirkiyê û di 1968an de jî dawî lê aniye, di 1969an de zewiciye û bavê heşt zarû- kan e.Ebdulah Celan, ji 1999an ve ye ku dest bi berhenkirina berhemên Folklora Kurdî kiriye. Ev pirtûka ”Gotinên Pêşiyan” ew gotinên bav û bapîran in ku rojane ji aliyê Kurdan ve têne bikaranîn û ji wan ders û şîret derdixin, herweha pêşeroja xwe jî pê zelal dikirin.Lê mixabin di van 60-70 salên dawîn de ciwanên Kurd ku ji aliyê Kemalîzmê ve hatine heşifandin, êdî zêde van Gotinên Pêşiyan nizanin, di şûna wan de yên biyanî ku vajiyê babetê çand û toreya wan in, bi kar tînin.Bi rastî dema meriv dibîne ku kalekî Kurd ê heftêsale ku vê xebata pîroz kiriye, cihê şanaziyê ye. Em jê re temenekî dirêj û serkeftin dixwazim.Ev rastî jî heye ku her pîrejinek û kalemêrekî Kurd, enbarek ji enbarên Çanda Kurdî ne. Dema ew karibin karên wisa bikin, ji bo çanda me dewlendiyeke pir mezin û bêhempa ye. Lê eger ew nikaribin, divê ciwanên me herin ba wan û tiştên wisa ji devê wan werbigirin, binivîsin û biweşînin.Em serkeftin ji helbestvanê hêja Ebduleh Celanî re dixwazin, leşsaxiyeke xweş û temenekî dirêj hêvî dikin. Bi umîda ku ew çend berhemên dî jî, yên ji Çanda Kurdî amade bike û pêşkêşê nivşên nûhatî bike.Stockholm 10/ 04/ 2017WEŞANXANE:PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî (Kurdiska Kulturförlag) Bromma/Stockholm NAVNÎŞANA XWESTINÊ: ÇAĞDAŞ KIRTASIYE Yeni doğan çarşısı Beykent cad. Kitab/Kırtasiye NO: 46 KURTALAN/SIIRTE-mail: [email protected] Tel: 0484 411 4042 Mob: 0542 604 5544 A. Celan: +90 5442660803

Back to top button