PolîtîkRojev

Pirsgirêka me bi Bexdayê re mesela Kurd e

Sekreterê Polîtburo ya PDK ê Fazil Mîranî ragihand ku mesela wan bi Bexdayê re ji mesela budçeyê kûrtire û mesela Kurd e. Mîranî weha got:

“Niha bi Bexdayê re li ser budçe ya salê pirsgirêk hene lê bi Bexdayê re pirsgirêkeka me ya kûrtir heye. Mesela me ya Kurd heye. Eger piraniya rêvebiriya Iraqê ola Îslamê wek aqil ji xwe re qebûl dikin, ne Îslama siyasî, Îslama ku ole, an ku di vî halî de, di hedîsekî de Hz. Pêxember dibêje; ‘Kesekî ji we, tişta bo xwe dixwaze, heya ji birayê xwe yê din re nexwaze, ew îman nekiriye.’

Iraq, raziye ku Bahreyn dewlet be. Iraq raziye ku Îmarat 7 dewlet bin. Wexta dor tê ser Kurda razî nîne. Muxalifê nêrîna Îslamê ne.

Eger em ji aliyê mirovahiyê, aqil û çarçoveya îro de li mijarê binêrin, mafê mirov heye. 22 dewletên Ereban hene. Lê çima bo Kurda dewletekî tinebe? Pirsgirêka me ne bi kesan re ye, ne bi partiyan re ye. Pirsgirêka me bi fikir û eqlê wan kes û partiyan re ye.

Eger li Tirkiyê, Iraq, Sûriye û Îranê edalet heye, bo çi Kurd ketin vî halî? Ji ber dadwerî nîne di vî halî de ne.”

Mîranî ragihand ku Bexda yek deng nîne, budçeya herêma Kurdistanê ji aliyê siyasiyên Iraqê de weka alavên propogandeya hilbijartinê têbikaranîn û budçe ya Iraqê bi ti awayî bo xizmetê nayê bikaranîn. Mîranî li ser arîşeyên navbera Pêşmerge û Haşdî Şabî ya li Pelkane de qewimiye weha got:

“Em bi ser ti kesî de nameşin. Em bi milletê re şer nakin. Hedîsekî sehîh weha dibêje; ‘Kesê bo mal û canê xwe bêkuştin, ew şehîd e. Em di dîrokê de li ser vî qewlî ne.”

Back to top button