Pirsa serokkomariya Iraqê de du rê li pêşiya YNKê hene
Kirîza ku ji ber posta serokomariya Iraqê di navbera YNK û PDKê de derketiye, didome.Berpirsê pêwendiyên PDKê bi hêzên Iraqî re, Bengîn Rêkanî li ser vê mijarê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, helbet PDK dixwast û dixwaze ku kurd bi yek kandîdê biçin Bexdayê lê mixabin ew pêk nehat, ev jî bo pêgeha kurd baş nîne.Bengîn Rêkanî her wiha gotiye, PDK heta niha jî hewl dide YNKê razî bike da ku di mijara serokomariya Iraqê de lihevkirin hebe. Ji ber wê jî PDKê du pêşniyar daye YNKê.Li ser naveroka wan pêşniyaran jî wî berpirsê PDKê gotiye, yek ji wan pêşniyaran ew e ku YNK kandîdê xwe vekişîne li şûna wê posta cîgirê serokwezîrê Iraqê, yek ji wezaretên kilîtî yên hikûmetê û parêzgariya Kerkûkê bidin YNKê. Pêşniyara din jî ew e ku endamên kurd yên parlamentoya Iraqê ji nav her du kandîdan de yekê hilbijêrin û ew bibe kandîdê kurdan bo serokomariya Iraqê.Kandîdê PDKê bo serokomariya Iraqê Dr. Fuad Husên e û yê YNKê jî Dr. Berhem Salih e. Parlamentoya Iraqê roja 2 Cotmeha îsal bo hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê destnîşan kiriye.