Pirsa Kurd pirsek netewîye…
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hinek qonaxên taybet de pirsa Kurd tê rojevê û bi awayekî tê gotubêj kirin. Mixabin ne Kurd lê partiyên Tirkiye û hinek dezgehên ku bi van partiyan ve girêdayî behsa vê pirsa girîng dikin. Ji xwe ev yek jî ji alozbûna tevgerek netewî ya Kurdistanî derdikeve holê.
Niha cardin hinek rewşenbirên Tirk , akdemisyen û beşek kesayet ji CHPê behsa vê pirsê dikin. Cîgirê serokê CHPê yê şaxa Diyarbekirê Mahmut Aziz Usal di hevpeyvîneka xwe de behsa pirsa Kurd dike û dibêje gerek CHP bi Kurdan re li hev werê û pirsa Kurd bêxe rojevê de. Mahmut Aziz Usal dibêje ku, bila zede neçîn ser HDPê û rê bidin ku HDP projeya xwe ya Tirkiyebûnê pêşvetir bibe. Herweha heman kes behsa demokratik buna Tirkiye dike û dibêje ev yek bibe dê pirsa Kurd jî bê çareserkirin.
Ji aliyek din ve Doç. Dr. Behlül Özkan di lêkolinek a xwe de behsa qewmiyên Tirk dike û rewşa partiyên wek MHPê û IYI Partiyê û dîtina wan di derbarê Kurdan de dinirxîne. Ozkan dibêje , li Tirkiye di derbarê pirsa Kurd û gelek pirsen din de jî îdeolojiya Senteza Turk Îslamê
bingeh tê girtin û ev yek rê li demokratbûna Tirkiye digre.
Dema aliyên siyasî li Tirkiye behsa pirsa Kurd dikin di vê qonaxê de hesabê hilbijartina dikin û taybetî çav berdidin dengen ku HDPê werdigire.
Di encam de pirsa kurd du perspektivan de tînin holê. Yekem pirsa Kurd gelek zanebûn bi HDP/PKKê ve girêdidin û bi vî awayî gotubej dikin. Li Tirkiye ev yek gelek bizanebûn tê kirin û di çerçoveya projeya Tirkiyebûnê de tê rêvebirin. Bê guman ev yek tê hesabê HDPê û aliyên din yên Kurd li himber vê yeke dengek ku vê helwestê red bike dernakeve. Ev yek gelek bi zanebûn pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiye terorîze dike.
Heta pira kurd di kesayeta PKKê de bê nasandin , kurd nikarin ji bo mafên xwe yên rewa bitekoşin û doza mafên xwe yên netewî bikin. Yanî ev raman di serî de pêşîyê li tevgera azadixwaza Kurd li bakurê Kurdistanê digire û dibe sedemê xetmandinek siyasî .
Ji aliyek din ve piraniya Tirkên ku xwe li gora pîvana xwe demokrat dibinin, dibêjin ku pirsa kurd ne pirsa miletek cuda û ne pirsek netewîye. Pirsa Kurd pirsa demokratbûna Tikiye ye. Eger li Tirkiye demokrasîyek bê avakirin dê pirsa Kurd jî nemine. Lê tu cara ji bo kurd bigihin mafên xwe yên rewa behsa statuyeka Kurda nakin û di çerçoveya siyaseta xwe ya pirsa Kurd de daxwaziyên Kurda ditemirînin, rê nadin ku Kurd behsa rastiya xwe bikin.
Ev herdu dîtin jî wek kemînekî li pêşîya tevgera azadixwaza Kurda hatiye danîn. Mixabin her carê Kurd dikevin di van kemînan de.
Dema Tirk behsa pirsa Kurd dikin wek ku, mirov deste xwe sere zarokî de bine û hewlbide wî bi tiştek basit hêdî bike da ku negrî.
15.03.2021
Nûçe/Analîz
Rojevakurd