Nivîsar

Pirsa Dersimê pirsa Kurdistanê ye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji avakirina cumhuriyetê heta niha cara yekem e ku hinek tişt, bûyer di van çend salên dawî de têne gotubêj kirin. Bê guman di vê yekê de role hukumetên AK-Partiyê heye. Lê gelo ev bûyer çewe têne gotubêj kirin?

Rojane di televizyonên Tirkan de pirsa Dersimê tê gotubêj kirin. Gelek nivîskar, siyasetmedar, rojnemevan  û akademîsyenên Kurd û Tuirk vê babetê minaqeşe dikin.  Lê çerçova ku tiştên tên gotin gelek girîng e. Gelo kî fermana Dersimê daye? Îsmet Înoni çewe ferman daye, Atataturk çi gotiye, yan jî berpirsên wî demî , fermandarên wek Fevzî Çakmak di vê bûyerê de çi rol leyiztiye.

Belkî ev cureyê minaqeşeyê ji bo Tirkan girîng be. Lê ji bo Kurdan kîjan berpirsê Tirk ferman daye, yan jî hayê kî ji vê bûyerê heye yan jî tuneye ne gelekî girîng e.

Ji berî her tiştekî pêwiste tesbîtek bingehîn bê kirin û kurd li gora vê tesbîtê bûyerên bûyîn binirxînin. Cumhuriyeta Tirk li ser îmha û inkara miletê kurd hatiye avakirin. Hîmên avakirina cumhuriyetê li ser komkujî û asîmîle kirina kurdan bi hêz bûye.

Pêwiste kurd di çerçova vê tesbîtê de bûyeran binirxînin. Herweha nabe rewşenbîr û siyasetmedarên kurd  çerçova ku tirk datînin bûyera di warek teng de şirove bikin.

Li Bakurê Kurdistanê piştî avakirina cumhuriyetê yanî dema Kemal û hevalên xwe hatîn ser desthilatê pêde mezin piçûk 29 serhildan li Kurdistana Bakur çêbûne. Hemû serhildan bi awayek hovane hatine têkbirin. Kuştinên mezin çêbûne. Dewleta Tirk komkujî kirine.

Ji bo vê yekê dewletê bi plan û programek ji bo têkbirina kurdan daniye û li gora projeya îmhakirina miletekî dijê kurdan komkujî kiriye.

Eger îro dewlet bi vekirî arşîvên ji dema cumhuriyetê heta niha veke û li gora van arşîvan û herweha li gora belgeyên di destê kurdan de bûyer bêne nirxandin , hingê rastiya dewletê derdikeve holê.

Yanî bi serê xwe dewlet di derbarê Dersimê de yan jî derbara darvekirina Seyit Riza bi tenê de doza lê borînê bike, têrê nake.

Divê dewlet doza lê borînê bi awayek fermî heta bi biyara parlementoya  doza lêborinê li Kurdistanê û miletê kurd bike. Dê hingê bûyer zelaltir bibin û behtir baweriyek jî li ba kurdan çêbibe.

Bê guman her gava ji bo misqalek jî be dîrokê ronî bike başe. Her gava ku dewleta Tirk zilm û zordariya kirî qebûl bike tiştek erêniye lê têrê nake.

Divê dewlet jî têbigihê ku hêdî kurd li mafên xwe yên netewî xwedî derdikevin û dê hewl bidin ku dîroka xwe bizanibin û rastiya dîrokê fam bikin.

6.12.2014

Dara Bilek

 

 

 

 

 

Back to top button