Polîtîk

Pillay: Êdî rewşa Sûryeyê nayê tehemûl kirin

 

Komisyara Neteweyên Yekbûyî ya mafê mirovan Navi Pillay ragihand ku hejmara kesên ji adara borî ve li Sûriyê hatine kuştin, bêtirî 5 hezarî ye.

Li gorî nûçeya BBC, Pillay şeva borî aşkere kir ku hejmara kuştiyên li Sûriyê ji destpêka xwepêşandanan ve, di adara borî de û heta niha, gihiştiye bêtirî 5 hezar kesî.

Pillay amaje kir ku her wiha nêzîkî 14 hezar kes hatine girtin û 12 hezar û 400 kes jî ji Sûriya koçberbûne.

Pillay daxwaz kir ku dosyaya Sûriyê bo Dadgeha Navdewletî ya Tawanan bê şandin û got:

Hikûmeta Sûriyê tawanên dijî mirovatiyê encamdane û divê dosyeya wê li Dadgeha Navdewletî ya Tawanan bê gotûbêjkirin.

Komisyara Neteweyên Yekbûyî ya mafê mirovan Navi Pillay di axaftina xwe de li pêşiya Konseya ewlekariya navdewletî got ku kiryarên îşkence, giritn û derbederkirina hevwelatiyan ji aliyê desthilatdarên sûrî ve berdewam me û “êdî ev rewş nayê tehemul kirin”

Konseya ewlekariya anvdewletî di daxuyaniyekê de tirsa xwe ji wê yekê diyar kir ku gelek hêzên leşkerî bajarê Himsê dorpêç kiriye  û dibe arteşa sûrî êrîşî bajêr bike û qirkirina xelkê encam bide û daxazê ji civaka navdewletî dike ku bi lezgîn tevbigerin beriya karesat li Sûriyeyê çê bin.

Ji bal xwe ve, Komîteyên Hevahengiya Navxwe yên Şoreşa Sûriyê ragihand ku duhî 21 kes li seranserê Sûriyê bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin.

Çavkaniyê ronî kir ku piraniya wan kesan li parêzgeha Hims û Idlibê hatine kuştin, di nav de jî 4 jin hene.

 

Back to top button