Hêzên Pêşmerge pilana xwe ya îro cîbicî kirin û hemû gundên ku ji wan re hatibûn diyarkirin, kontrol kirin. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje hemû gundên Kurdistanî yên navçeya Xazirê hatin kontrolkirin û niha ew nêzîkî bajarê Mûsilê û nahiyeya Bertela bûne.Cîgirê Fermandarê Zêrevanî Emîd Seid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya kêlîkekê hemû gundên Kurdistanî yên navçeya Xazirê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve karîn pilana îro ya operasyonê hat cîbicîkirin û 9 gund hatin kontrolkirin, ku ew gund hemû niha di bin destê Pêşmerge de ne û terorîstên DIAŞê di nava wan gundan de yan hatine kuştin yan jî reviyane. Bi vê yekê jî navenda bajarê Mûsilê û nahiyeya Bertela ji me nêzîk bûne.”Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, “Çekdarên DAIŞê bi otomobîlên bombekirî êrişî Hêzên Pêşmerge dikir lê Hêzên Pêşmerge ew otomobîl diteqandin û tişta ku min bi xwe dîtiye zêdetirî 10 termên DAIŞê li ser erdê mane.”
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025