Cîhan

Pilana êrîşkirina ser Israîlê li Îranê hatiye danan

Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Yoav Gallant û wezîrê Bergiryê yê Amerîkayê LIyod Austin piştî hevdîtinê konferansek rojnemevanî li darxistin.

Yoav di axvtina xwe de got: “Îran, Hizbullah û Hemas yek gurubin, her tiştek ji aliyê Îranê ve pêkhatiye û Îranê ev plan finanse kiriye û pilana êrîşê li Îranê hatiye çêkirin.”.

Ya giring ew e ku Pilana vê êrîşê li Îranê hatiye danîn û hizira Îranê ye. Ji bo ku hêzên me jî bersivek hebe, em li benda sedemekîne ji bersivekî.

Li gor amarên medyayên Israîlê, heta seet 15:45 ê îro roja Înê, nêzî hezar û 300 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, hezar û 537 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî şeş hezar kesên din jî birîndar bûne.

Amarên Neteweyên Yekgirtî jî dibêjin ku 423 hezar kes li Kertê Xezzeyê bê hal û mal bûne û ji bo xweparastinê ji êrîşên supayê Israîlê xwe di penagehan de heşar daye. Herwesa zêdetirî 150 Israîliyan û welatiyên welatên din ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatine girtin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button