Phillips: Divê Amerika alîkariya gelê Kurd bike
Nivîskarê navdarê Amerikî David L. Phillips li rojnameya Huffington Post de daye zanîn ku dema wê yekê hatiye Amerîka Kurd xelat bike û bi hemû awayekî jî piştevaniyê lê bike.
David L. Phillips ku birêveberê programa serxistina aştî û dabînkirina mafane li peymangeha lêkolînên mafên mirov ya li zanîngeha Kolombiya ya Amerîka, berê jî li nivîsîngeha taybet ya karubarê rojhilata nêzîka Wezareta Derveya Amerîka bû pîsporê siyaseta derve bûye. Her wiha çendîn kitêbên wî jî heye.
Phillips li babeta xwe de wiha nivîsiye:
Eve çendîn sale Herêma Kurdistanê cîheke arame. Eve li demek deye welatên herêmê û dewrubera wê rûbirûyê şerê navxweyî û kêşeyên mezinê eşîrî bûne.
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li sala 2003 ê da li gel artêşa Amerîka bi mebesta dawî anîna desthilata Sedam Husên pêkve şer kirin. Ji wê salê ve heta niha yek welatiyê Amerîkî li nav Herêma Kurdistanê de nehatiye kuştin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vî awayî yarmetî Amerîka daye, lê belê Washington wekî pêwîst piştevaniyê li berjewendiyên gelê Kurd nekiriye.
Herêma Kurdistanê li bin êrîşa Hikûmeta Iraqê daye û her ji bo wê yekê jî pêwîste Amerîka firoştina firokeyên cûreya F16 û debabe û tankên pêşketî ji bo Hikûmeta Iraqê rabigrê. Divê Hikûmeta Amerîka nirxandineke rast ji bo pêvajoya Iraqê bike.
Pêwîste Washington li gel Enqere planekî taybet bi mîsogerkirina asayîş amade bike bo ku dema Iraq rûbirûyê hilweşandin û perçe perçebûnê bibe kêşeya warê asayîşê dirust nebê.
Plana pêşwext li berjewendiya Amerîka û Tirkiye û Kurdên Başûrê Kurdistanê daye.
Hikûmeta Tirkiye eve çendîn sale dijayetiya Herêma Kurdistanê dikir, lê belê niha peywendiyekî bi hêz li navbera Hewlêr û Enqerê da heye û berjewendiyekî hevbeş jî li navbera her dû aliyan de heye.
Peywendiya warê aborî û bazirganiya li navbera Herêm û Tirkiye li astekî bilind daye. Hejmareke zêdeyê kompanyayê Tirkiye hatine Kurdistanê veberhênanê dikin. Hevkariya di navbera Hewlêr û Enqere li warê uzeyê de li pêşketineke berdewamdaye.
Amerîka li Iraq û Sûriye ji bilî Kurdan tu dostekî xwe tûne. Divê Washington dostên xwe xelat bike û her ji bo vê yekê jî pêwîste Amerîka bi hemû awayekî yarmetî û piştgiriya gelê Kurd bike.