Nivîsar

Peyva serokwezîr li konferensa Londonê

Li Londonê, roja 17ê vê mehê, konferensa neft û gazê a herêma Kurdistanê hat saz kirin, biryar bû Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdariyê di konferensê de bike û peyvekê pêşkeş bike, lê ji ber mijûlbûna serokwezîr bi çernd kar û çalakiyên din nekarî beşdarî konferensê bibe. Lê peyava Nêçîrvan Barzanî di konferensê de hat xwandin û ev li jêr teksta peyva serokwezîr e:

Beşdarbûyên birêz

Mixabin, min nekarî digel we di vê konferensê de beşdar bim, lê ez ji konferensa salaneya neft û gazê a Kurdistana Îraqê, konferensa sala 2014ê, serkeftinê dixwaz im û sipasiya grûpa CWC dikim ku, ev konferens amade kiriye. Ez hêvîdar im sala bihêt we hemûyan li Hewlêr bibînim.

Her weke hûn jî dizanin, em ber bi dawiya saleke dijwar û zehmet bo herêma Kurdistana Îraqê û bo hemû Rojhilata Navîn diçin. Di destpêkê de ez dixwaz im silaveke gerim li pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê bikim ku bi awayekî qaremanane û bi moraleke gelek bilind îro bergiriyê ji gelê Kurdistanê û derveyî herêma Kurdistanê dikin. Em ser û bejna xwe ji bo wan pêşmergeyên di bergiriya welêt û cenga dijî terorê de û di çarçoveya xebatên navdewletiyên ji bona berhingarbûna regezperistiyê û terorê, şehîd bûne, diçemînim û ew hertim di hizira me de ne, hêviya çekbûna lezgîn ji bo birîndaran dixwazim û em hêvîdar in bi zûtirîn dem Îraq bi ser pirsgirêkên xwe de serbikeve.

Amadebûyên birêz

Weke hûn dizanin û agadarin, hikûmeta herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê di vê salê de, jibilî rûbirûbûn û cenga dijî terorîstên bi navê Dewleta Îslamê (DAÎŞ) du tehedayên din yên mezin ketin pêşiya me:

Yekem: Hatina zêdetir ji 1,5 milyon penaberên surî û koçberên navxweyî bo herêma Kurdistanê.

Duyem: Têkeliyên alozên hikûmeta herêma Kurdistanê digel hikûmeta berê ya Bexdayê ku, mixabin, wê hikûmetê beşa herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îrtaq a sala 2014ê birî.

Her yek ji van pirsan, bi serê xwe, renge bibe hokarek ji bo têkdana îstîqrara her welatekî bi qebareyê Kurdistanê li her beşek cîhanê, lê belê hêşta gelê me li ser parastina îstîqrar û emniyeta welêt biîsrar e.

Em niha digel Bexdayê li ser rêyeke nû diîçin û em bi wê yekê kêfxweş in ku, hikûmeta nû ya Îraqê bi serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî, xwesteke xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rêxistina têkeliyên digel herêma Kurdistanê nîşan daye. Em hêvîdar in di sala bê de, di vî warî de, pêşkeftinên zêdetir çêbibin. Hêviya me eve ku, em li Îraqê sîstemeke nû ya hukimdariyê bibînin ku, têde hemû pêkhateyên vî welatî di desthilatê de beşdar û hevbeş bin.

Lihevhatina vê dawiyê a di navbera me û Bexdayê de ji bo me peyameke erênî bû û ew yek nîşan da ku, birêz Ebadî li ser çareserkirina wan pirsgirêkên heta nuha nehatine çareserkirin, pabend e. Bi a min birêz Ebadî digel min hevfikire ku, gelê Kurdistanê hêjayî paşerojeke geştir e, hêjayî azadî û îstîqrara aborî ye, hêjayî zêdetir demokrasiyeke bihêz e.

Em dikarin bi piştevanî û alîkariya pêşmerge û hevwelatiyên xwe  û dost û hevpeyamanan li ser astê navdewletî û karsazên navxwe û derveyî herêma Kurdistanê, encamên baş bidest bînîn û em dikarin wisa bikin ku mezintirîn xwenê bikin rastî.

Sipasiya kompaniyên navdewletiyên warê neftê ku, bi encamdana berhemanîna di vî warî de li herêma Kurdistanê, bawerî bi me kir û bi vî karê xwe ji bo destveanîna, bi kêmanî, beşek ji xewinên me yên ji bo paşerojeke geştir bo gelê me, rê xweş kir.

Li dawiyê divê îtîrafê bi wê yekê bikîn ku, hevbeşiya saxlem û stratejîya me digel Tirkiyeyê, ji bona îstîqrar û kêmkirina dijwarî û zehmetiyên me roleke mezin lîst. Em careke din tekîd dikin ku, ew peywendiyên digel Tirkiyeyê û cîrana me ya li rojhilatê, Îranê bihêztir bikin.

Careke din ji konferensa we re serketinê dixwazim û kêvîdar im bi encamên baş bi dawî be.

Back to top button