Polîtîk
Peymangeha zanista neftê li Kurdistanê tê vekirin
Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku çend daxwaznameyek ji bo vekirina peymangehekî zanistî ya neft pêşkêşî wan hatiye kirin, wiha biryare li sala bê ew peymangeh bê vekirin.
Birahîm Bayiz Birêveberê Giştî yê Peymangeh û Fêrikirinê li Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê li daxuyaniyeke taybet de got:”Çend daxwaznameyek pêşkêşî wan hatiye kirin ku peymangehekî zanistî ya neft bê vekirin û me jî ji aliyê xwe ve wê yekê pêwîst dîtiye ku vekîn.”
Her wiha got: “Lêkolînên me li gor daxwaznameyan û wan bernameyane ku ji bo peymangehê hatiye danîn û heman demî de me kar li ser sîstema xwendina peymangehê jî kiriye. Sala pêş de ew peymangeh li Herêma Kurdistanê tê vekirin û xwendekar dikarin têda bixwînin.”