Peymana START:xurtirîn bingehe ji bo aramîya stratêcîk
Di vê heftiyê de rêberên 2 bihêztirîn welat di cîhanê de bi destên aramiyê cîhan dilşad kirin . Roja 8 nîsanê li paytexta Çêkyayê Pirag serokên Rûsya û Emerîka D.Mêdvêdêv û Barak Obama, peymana kêmkirina çekên êrîşkirina stratêcîk îmzekirin .Hêjayê bi gotinê ye ,ku ev belgenameya han yekemîne di dîroka têkiliyên Rûsya û Emerîka de ,û wisa jî pêngaveke giringe di warê xurtkirina aramî û ewlekarîya gilobal de .
Berî salekê serokên Rûsya û Emerîka biryar dan bi amadekirina peymana START -2 da,ku dewsa peyamana START-1 bigre ,ku dema wê di 5 meha kanûna pêşîn a sala par de bi dawî bû . Di encamê de, meha Gulana sala par şandeyên Rûsya û Emerîka li Cinêvê dest bi danûstendinê kirin jibo amadekirina peymana nû . Em bêjin, ev pêngav a yekem bû di pêvajoya nûjenkirina têkiliyan de, di navbera Rûsya û Emerîka de , ku demek kêm berî destpêka civînên Cinêvê wezîrên derve yên Rûsya û Emerîka S.Lavrov û Hilerî Kilînton derbareyê ragihandibûn . Danûstendinê di navbera şandeyên Rûsya û Emerîka de li Cinêvê bêtir ji 10 mehan domkirin , lê piştî peyman hate îmzekirin , mirov dikare bêje ,ku pêngava yekem di pêvajoya nûjenkirina têkiliyan de hate avêtin .Di gotara ,ku serokê RûsyayêD.Mêdvêdêv heftiya buhurtî li Pragê pêşkêş kir amaje kir,ku bûyera navbirî nemûneya xurtirîn bingeh a têkiliyên stratêcîk di navbera Rûsya û Emerîka de destnîşankir û dom got :
Deng:
Bi rastî jî, bûyereke dîrokî hate encamdan . Rûsya û Emerîka peymana kêmkirina çekên êrîşkirina stratîcîk îmzekirin .Bi vê boneyê berî her tiştî ez dixwazim sipasîya hempayê xwe yê Emerîkî bikin jibo xebata mezin ,ku kir da,ku ev peyman bête amadekirin û jibo keda wî di dîtina wan kompremîsên di encamê xebata herdû şandên me de hatin dîtin .
Nuha jî pêwîste yasakarên Rûsya û Emerîka vê peymanê erê bikin . Tê çavrêkirin ,ku proseya erêkirin di eynê demê de li herdû welatan bête pêk anîn . Herçî li Mosko tu astengî li pêşiya erêkirina peymanê tune bin jî, lê li Emerîka weke diyar dibe hinek sînatoran ragihandine , ku peyman ne gunceye digel berjewendiyên Emerîka de ,çimkû kar û barên wan di warê damezrandina sistêmên bergiriyê de sînor dike . Lê çawa be jî , bi bawerîya andamê komîta ewlekariyê ya girêdayî perlemanê Rûsyayê «Dûma» ve Alêksander Gûrov astengî wê tunebin .
Deng :
Bi gotinê wî :355 perlementarên Rûsyayê amadene piştevaniya rêbaza serokkomar bikin .Sebaret bi Emerîka jî , bi gotinê wî , ne mumkine Obama ev pêngav biavêta bêyî ,ku piştevanîya kongirês bidestnexistiba , lewra jî ewê astengî tune bin .
Lewra nuha axavtin liser wê yekê tê kirin , bê gelo di encamê îmzekirina vê peymanê de wê ayenda têkiliyên Rûsya û Emerîka çawabe . Gelo wê ev pêngav liser warên din jî belav bibe , bi taybetî jî di warên aborî û siyasî de, ku di maweya salên dawîn de hîç pêşde neketibûn . Di nerîna şerezayê pirsên girêdayî bi têkiliyên navdewletî ve ,şêwirmendê serekê înstîtûta aborîya navnetewî û peywendiyên navdewletî Artûr Malgîn ; tecriba dîrokî diyar dike , ku bi giştî mumkine piştî îmzekirina Peymana START pêşketin di têkiliyên giştî de jî çêbibe .
Deng :
Hîn ji dema Sovyetê de , peymana kêmkirina çekên stratêcîk dibû makîneke taybet jibo pêşdebirina têkiliyên giştî di navbera Rûsya û Emerîka de , çimkû bi taybetî eve hola sereke ya hevkarîya wan .Û heger em derbareyê têkiliyên aborî bi bîr bînin jî, emê bibînin ,ku pewyndiyên aborî ji berê ve bi Ewrûpa û welatên hevalbendîya dewletên serbixe, ji yên bi Emerîka re xurttirin .Lê çwa be jî , dema ew liser pirsên stratêcîk lihevdû dikin , di çî de çareserkirina problêmên din jî hisan dibe .
Sebaret bi ewlekarîya gilobal jî , jixwe dermanê vê kêşeyê jî di destên van herdû welatên ,ku 90 selefê çekên atomî liba wane , deye .zêde ji vê , herçî Rûsya û Emerîka ev peymana zor ceddî berya konferansê Waşingtonê yê derbareyê ewlekarîya gilobal saz dibe îmzekirin, ne tenê hêza wan ya pêşewa di warê çekên atomî de destnîşandike, belê wisa jî rola wan ya sereke di siyaseta navnetewî de jî dubare pesend dike .
Çavkanî-Dengê Rûsya , pişka zimanê kurdî