Peymana START îmze kirin
Serokê DYA Barack Obama û serokê Rusya Medvedev peymana kêmkirina çekên nukler li Prag îmza kirin. Rewresmek li Qesra Prag hate darxistin û herdu serokan piştî rewrisma îmzakirinê konferansek rojnemevanî darxistin.
Obama di axaftina xwe de got: “ Ez dixwazim spasiya Medvedev bikim.Eger hewldanên cenabê wî tunebûna emê niha ne li vêderê bûna. Piştî xilasbûna şerê sar,dive belavkirina çekên nukleer bêne asteng kirin. Îro ji bo Amerîka û Rusya pêvajoyek nûjen destpêdike. Ew welatên ku di destên wan de çekên atomî tinebin, dive tucara me li ser asayişa xwe wek tehdîtekî nebînin. Li heremek gelek hesas,hinek çekên atomî pêş ve bibin , dê emê vê yekê baş nebînin.
Li gora peymana nû di navbera Amerîka û Rusya de,çekên atomî di destê wan de seda 30 wê bête kêmkirin. Her yek ji me dê 500 çekên stratejîk yên atomî di destê xwe de bihêlin.
Herweha hat ragihandin ku, wê Amerika û Rusya ji bo zarokan pêşerojek aram tir ava bikin.