Polîtîk

Peymana di navbera YNK û Heşda Şe’bî eşkere bû

Nivîskar Zikrî Musa di derbarê peymana di navbera YNK û Heşda Şe’bî eşkere kir û dibêje:

Rêkeftina di navbera Pavel Talebanî û Hadî Amirî ku 16 cotmeha(oktober) 2017 pêkhat û îmzaya sî û heşt serkirdayetiya YNK jî pêve bû ji neh xalan pêkhatibû:

  • Çar ji wan di derbarê çawayiya naveroka radestkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêma Kurdistanê bû ji bo Heşda Şe’bî û her wiha paşvekêşiya Pêşmerge bû li wan navçeyan bi bê şer.
  • Yek ji wan di derbarê vekirina Firokxaneya Silêmaniyê bû.
  • Çarê dinê ji wan di derbarê pêkanîna Herêma Silêmanî Kerkûk Helebçe û dabînkirina mûçe û avakirina Hikûmetek ji bo wê Herêmê û pêdana pere bi Pêşmergeyên wan navçeyan bû ji aliyê Iraqê ve.

Bingeha wê rêkeftinê, bîr û fikra perçekirina Herêma Kurdistanê bû, ji vê perçekirinê êdî li bin her navnîşanek bê planekî metirsîdare ku projeya dewlet yan mafê diyarkirina çarenivîsê ji bo Herêma Kurdistanê heta hetayê dixine nava gorê yan jî çendîn nifş û jîlan paş dixe.

Back to top button