Kultur

Peyamnêrê Rojevakurd spasnameyek ji Geştuguzariya Kurdistanê wergirt

Doh yekşem 17.03.2013 Mîrhac Mistefa Peyamnêrê malpera Rojeva Kurd ji Mewlewî Cebar Serokê Desteya Giştî ya Geştuguzariya(Turizm) Herêma Kurdistanê û Nadir Rustî Berdevkê Desteya Giştî ya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê spasnameyek wergirt.

Wekî tê zanîn berî çend heyvekî ji aliyê Desteya Giştî ya Geştuguzariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi 7 zimanan rêberê Kurdistanê hatibû amade kirin.Ji bo bê beranber û xwebexşane xizmetkirina geştuguzariya Herêma Kurdistanê û wergerandina rêberê Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî (latînî) û zimanê Tirkî, Mîrhac Mistefa peyamnêrê malpera me ji aliyê Mewlewî Cebar Serokê Desteya Giştî ya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê û Nadir Rustî Peyvdarê Desteya Giştî ya Geştuguzariya Herêma Kurdistanê ve spasnameyek wergirt.

Li rêwresma wergirtina spasnameyê de Mewlewî Cebar Serokê Desteyê, ji bo xwe bexşane û bê beranber xizmetkirina geştûguzariya Herêma Kurdistanê spasiya Mîrhac Mistefa kir û hêvî xwest ku ji bo pêşketina geştuguzariya Herêma Kurdistanê mînakên bi vî awayî zêdetir bibin û her kes ji aliyê xwe ve xweşikiyên Herêma Kurdistanê bide naskirin. Her wiha ji bo alîkariyê jî spasiya Mîrhac Mistefa kir.

Li beranber de Mîrhac Mistefa ji bo vê diyariyê spasiya Mewlewî Cebar kir û da zanîn ku nasandin û pêşxistina Kurdistanê erkê her take keseke Kurde û pêwîste her Kurdekî ji aliyê xwe ve, xweşikî ciwaniyên Kurdistanê bide naskirin û her wiha ji bo bi germî pêşwazîkirina her geştiyarek jî divê welatiyên me hişyarî vê kerta hemdemî bin û ew geştiyarên ku serdana Kurdistanê bikin bi xweşhaliyê ve ji Kurdistanê biçin û wiha lê bê ku ew bi xwe bi başî behsa xweşikiyên Kurdistanê bikin. Di dawiya axaftina xwe de Mistefa got: Min alîkariya we ne kiriye û min erkê xwe yê beranber welatê xwe bi cîh aniye.

Back to top button