Civak

Peyamên sersaxiyê

Peyama Omerê Seyd Elî koordînatorê giştiyê tevgera GoranêOmerê Seyd Elî koordînatorê giştiyê tevgera Goranê, ji bo wefatkirina xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, sersaxî li Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.Omerê Seyd Elî. Roja 03.04.2018ê, telefona Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û tevî pêşkeşkirina peyama sersaxiyê, hevderdî û hevxemiya xwe jî ji bo malbata Barzanî nîşan da û hêvî xwest ev kovana dawiyê ya Malbata Barzanî be.Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandana hevderdî û hevxemiyê, sipasiya Omerê Seyd Elî koordînatorê giştiyê Tevgera Goranê kir.Peyama Usame Nûcêfî cîgirê serokomarê Îraqa FederalUsame Nûcêfî cîgirê serokomarê Îraqa Federal, roja 03.04.2018ê ji bo gihandina sersaxî û nîşandana hevderdî û hevxemiya xwe ji ber wefatkirina Dilovan Îdrîs Barzanî telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.Nûcêfî tevî pêşkeşkirina sersaxiyê û nîşandana hevderdî û hevxemiyê ji bo wefatkirina Dilovan Îdrîs Barzanî, hêvî xwest Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheştê şad bike û ev koavana dawiyê a malbata Barzanî be.Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandana hevderdî û hevxemiyê, sipasiya cîgirê serokomarê Îraqa Federal Usame Nûcêfî kir.Peyama Emar Alhekîm serokê Rewta Hîkmeya Niştimaniya ÎraqêEmar Alhekîm serokê Rewta Hîkmeya Niştimaniya Îraqê, roja 03.04.2018ê tekefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ji bo wefatkirina birayê wî Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî li Nêçîrvan Barzanî kir.Alhekîm ji ber wefatkirina xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî hevderdî û hevxemiya xwe nîşan da û sersaxî li Nêçîrvan Barzanî û malbata wî kir û hêvî xwest xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheşta xwe şad bike û ev xem û koavana dawiyê ya nalbata Barzanî be.Ji aliyê xwe ve, ji bo wê peywendiya telefonî û pêşkeşkirina sersaxî û hevxemiyê, sipasiya Emar Alhekîm kir.Peyama Ehmed Davutoglu wezîrê derve yê berê yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu wezîrê derve yê berê yê Tirkiyeyê, roja 03.04.2018ê telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ji bo wefatkirina birayê wî Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî li Nêçîrvan Barzanî kir. Davutoglu xemgînî û hevderdiya xwe digel Nêçîrvan Barzanî derbirî û hêvî xwest ev xem û kovan awan a dawiyê be.Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî, ji bo wê peywendiya telefonî û pêşkeşkirina sersaxî û hevxemiyê, sipasiya Davutoglu kir.Peyama Yan Kobis nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên YekgirtîYan Kobis nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê di peyameke sersaxiyê de ji bo wefata Dilovan Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, sersaxiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike:Teksta peyama Yan Kobis:Cenabê Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê-ÎraqJi kûratiya dilê ez dilgiran bûm bi bihîstina nûçeya neliwext ya birayê we yên birêz, bê guman karesateke xemgîne û ji bo malbata we ciyê mixabiniyê ye, lê ji bo we yên birêz gelek taybete ji ber wê têkeliya taybetîya we bi hev re hebû.Bi nûneratiya hemû stafê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, herwesa bi taybetî ji aliyê xwe ve enz dixwaz im hevsoziyê ji malabta we re nîşan bidim, hêvîdar im vê hevxemiya min qebûl bikin.Yan KobisNûnrê sekreterê giştiyê Neteweyên yekgirtî li Îraqê02.04.2018Peyama Salim Xesalib Alzeman Balyozê Dewleta Kwêtê li ÎraqêSalim Xesalib Alzeman Balyozê Dewleta Kwêtê li Îraqê di peyameke sersaxiyê de ji bo wefata Dilovan Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, sersaxiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike:Teksta peyama sersaxiyê ya balyozê Kwêtê:Birêz/ Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Herêma KurdistanêSilav û bereketên Xwedayê mezin li we beBi dilekî pir xem û kovan û dilekî bawerdar bi qeza û qedera Xweda, nûçeya wefatkirina birayê we gihişt me.Bi navê xwe û navê endamên balyozxaneya me ji dil sersaxiyê pêşkeşî we dikin û ji Xwedayê mezin hêvî dikin lê xweş be û bi beheşta berîn şad bike û sebir û aramiyê jî bi we bibexşe.BalyozSalim Xesalib AlzemanBalyozê Dewleta Kwêtê li Îraqê03.04.2018Peyama Elî Qeredaxî serokê Rabîteya Îslamiya KurdElî Qeredaxî serokê Rabîteya Îslamiya Kurd û emîdarê giştiyê Yekêtiya Zanayên Misilmanên Cîhanê di peyameke sersaxiyê de ji bo wefata Dilovan Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, sersaxiyê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.Qeredaxî di peyama xwe ya sersaxiyê de dibêje:Birêz kak Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi boneya wefatkirina birayê we yên birêz, kak Dilovan Îdrîs Barzanî, ez bi navê xwe û tevaya rêvebir û karmendên Rabîteya Îslamiya Kurd sersaxiyê li we dikim. Kak Dilovan Îdrîs Barzanî kesatiyek welatperwer ê diyar bû li Herêma Kurdistanê, di xebata neteweyî û şoreşa rizgarîxwaza gelê me yê kurd roleke mezin hebû. Em daxwazê ji Xwedayê mezin dikin ev xema we ya dawiyê be û aramiyê bi hemû dost, hezêkirî, kesûkarû xizmên we bide, Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheştê şad bike.

Back to top button