
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Nûçeya êrîşkirina li ser Baregeha Leqa 5 ê PDK ya ji aliyê taqimeke têkderan ve gihîşt ku li encama wê kirdara neyasayî da sivikayetiyê bi ala pîroza Kurdistan û ala PDK hatiye kirin.
Bi tundtirîn awayî wê êrîşa nemerdane şermezar dikîn û li vir da radigihînîn ev cûre êrîş û destdirêjî, bi ti awayekê pêgeha Kurd û bihayên bilindên gelê Kurdistanê kêm nakin, lê belê bi rûnî paşketî û bê çandî û eqliyeta wê taqima şerxwaz ji bo hemû aliyek zelal dike.
Em li benda Hikûmeta Federaliya Iraqê ne ku rêkarên pêwîst li beramber wan êrîşan li ber bigrê, li heman demê de jî tekez li wê yekê dikîn ewên bixwazin êrîşî PDK bikin û sivikayetiyê bi bihayên gelê Kurdistanê bikin, dawiyê de baca wê karê xwe didin.
Mesûd Barzanî
17.10.2020