Peyama sersaxiyê ya Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê
Bi xem û kovaneke mezin ve, nûçeya diltezîn ya wefatkirina kak Dilovanê kurê kak Îdrîsê rehmetî ku, bi nexweşieyek jinişakve canê xwe ji dest da, gihişte me. Bi vê minasibeta xemgîn, em sersaxiyê li serokê meyê hêja kak Mesûd Barzanî, hevalê birêz kak Nêçîrvan Barzanî, xûşk û bira û tevaya endamên birêzên malbata Barzanî û, herwesa, sersaxiyê li xwe û tevaya heval û cemawrê partiya xwe dkin. Jidestdana kak Dilovanê canemerg, êş û azarên hêşta me jibîrnekirî yên jidestdana kak îdrîs Barzanî yê rehmetî anîn bîra me û kovaneke neliwext û xusareteke mezin e.Kak Dilovan xurtekî bi wefa yê malbata Berzanî ya têkoşer û xebatkerekê rêya rizgariya kurd û Kurdistanê bû ku, hemû jiyana xwe di koçberî û penaberiyê û di nav şoreş û berxwedan û pêşmergatiyê de serif kir û ew hevkarekî bêwestiyan û xwedîşiyan yê birêvebirina wezîfeyên cenabê Serok Barzanî û heval Nêçîrvan Barzanî bû.Ji Xwedayê mezin rica dikin ku canê cwanemerg bi beheştê şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyan bibexşe, û xema dawiyê ya malbata serwer, qurbanîder û karesatdîtî be.PolîtbûroyaPartiya Demokrata Kurdistanê02.04.2018