Civak

Dilovan çû ser dilovaniya xwe

Dilovan Çû Ser Dilovaniya Xwe.Dilovan Îdrîs Barzanî çû ser dilovaniya xwe. Bila serê Malbata Barzaniyan û Miletê Kurd sax be.Em dizanin ku Malbata Barzaniyan di dîroka Kurdistanê de gelek fedakarî kirine, bi doza netewa xwe re dilsoz bûne, êş û azar kışandine. Dîroka Malbata Barzaniyan bi diroka Kurdistanê ya hemdemî re raserî hevdu meşîyaye. Gelek Kurd nirx û hêjayîya Malbata Barzaniyan di dilê xwe de cîh wana re çêkirine, ew malbat himbêz kirine û weke hezkiriyê xwe nirxandine. Gava ku yek ji vê malbatê diçe ser dilovaniya xwe, miletê Kurd hemû bi hevdû re xemgin dibe. Di koça dawî ya birayê me Dilovan de, em Kurd hemû xemgînin.Partiya Demokrata Kurdistana-Tirkiyê bi mebeste koça dawî ya birayê me Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxîyê ji hemû malbata Barzaniyan re dixwaze. Bila serê Kek Mesut Barzanî, Nêçirvan Barzanî, Mesrur Barzanî û hemû Barzaniyan sax be. Bila cihê Dilova Barzanî bihuşt be. Oxira wî ya xerê be.Meclisa Navendî Partiya Demokrata Kurdistana –Tirkiyê (PDK-T)

Back to top button