Civak
Peyama sersaxiyê ya Çavuşoglu ji bo Nêçîrvan Barzanî
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di peywendiyeke telefonî de, ji ber wefatkirina birayê wî Dilovan Îdrîs Barzanî, sersaxî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re xwest. Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tikiryeyê, ji ber wefatkirina Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 02.04.2018ê telefona Nêçîrvan Barzanî kir û sersaxî jê re xwest.Di peywendiya telefonî de, Çavuşoglu hevderdî û hevxemiya xwe digel Nêçîrvan Barzanî parve kir û hêvî xwest ev kovana dawiyê a wî û malbata Barzanî be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheşta berîn şad bike. Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî ji bona wê peywendiya telefonî û nîşandana hevxemiyê sipasiya Mevlut Çavuşoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir.