Cîhan

Peyama sersaxî ji bo hemû xelkê Ordunê

Bi xem û kesereke gelek zêde Me nûçeya şehîdbûna Meaz El Kesasibeyê firokevan bihîst.

Serexweşiyên xwe pêşkêşî We Hemû Xelkê Ordunê dikin û Em jî xwe hevparê xema we û malbeta we ya birêzin, daxwaz ji Yezdanê mezin dikin kû canê rehmetî bixe ber dilovaniya xwe û serbir û aramî jî di vê dema nexweş û dijwar de pêşkêşî tevahiya we bike.
Firokevanê qehremanan bi awayeke hovane ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hat şehîd kirin. Em bi tundî vê Cenayeta nemirovaneya terorîstên DAIŞê şermezar dikim.

Em ser navê Hemû Endam û layangirên Tevgera Araratê xemgînî û êşa malbata we û ya heval û dostên wî parve dikin.

Bila serê malbata wî û serê Hemû Xelkê Ordunê sax be!

Digel Silav û Rêz

Tevgera Şoreşgerên Araratê
5/2/2015

184

Back to top button