Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta ji dayikbûna Pêxember (Silavên Xwedê lê bin)

Serokê herêma Kurdistanê bi minasebeta ji dayikbûna Pêxember (Silavên Xwedê lê bin), peyamek ragihand.
Peyama Nêçîrvan Barzanî:
Bi minasebeta ji dayikbûna Pêxember Muhemmed (Silavên Xwedê lê bin) bi germî pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejn û helkefta pîroz, xêr, xweşî û dilxweşiyê bi xwe ra bîne û me teşwîq bike ku em zêdetir bi nirx û dersên mezinên peyama aştiyane ya Îslamê ve girêdayî bin.
Werin em hemû alî vê bîranînê bikîn derfetek ji bo zêdetir kûrkirina ruhê tolerans, başî xwazî, biratî û pêkvejiyana aştiyane.
Di vê helkefta pîroz da, ez daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku gelê Kurdistanê, Iraqê, misilmanan û mirovahiyê ji hemû xerabiyan biparêze.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12 Rebî’ul-Ewwel 1444 koçî
08.10.2022 Zayînî


