PolîtîkRojev

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bo bingehê Laliş yê rewşebîrî

Bîranîna (29) salîya damezirandina bingehê Laliş yê rewşenbîrî li hemû endam û kadiroyên bingehî û tevaya xûşk û birayên me yên êzdî pîroz dikim. Kar, xebat û çalakiyên bingehê Lalş ku hertim wek diruşma wê dibêje: Kanîyeka zelale diherike nav rûbarê rewşenbîrîya kurdî da.

Di vê bîranînê da careka din hemû xûşk û birayên xwe yên êzdî piştirast dikîn ku wek hertim dê pişitevanên maf û daxwazên wan bîn û her çi pêwîst be dê kîn, herwesa hindî xûşk û birayekê me yê êzdî revandî mabe, dê xebatên me ji bo rizgarkirina wan, yan diyarkirina çarenvîsê wan berdewam bin.

Em bi dilgranî li bûyerên devera Şengalê û neçarbûna xûşk û birayên me yên êzdî dinêrîn ku careka din koçber dibin.

Daxwazê ji hikûmeta Îraqê dikîn ku bi harîkarî digel hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewla biden ji bona aramkirina rewşa Şengalê û hemû deverên êzdiyan, avedanikirina wan û vegerrandina jiyanê û xizimetguzarîyan ji bo wan.

Her bi vê helkeftinê, serokê berê yê desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî xudêjêrazî şêx Şamo û kar û xizimeta wî bi bîr tînîn ku berî heyamekê koça dawyê kir. Bîranîna wî bi xêr û canê wî şad.

Nêçîrvan Barizanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2022.05.12

Back to top button