Polîtîk

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera 37 saliya enfalkirina Barzaniyan

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro di demek da cejna pîroza Qurbanê dikîn ku heman demê de sîh û heft sal li ser tawana enfalkirina heşt hezar Barzaniyan da derbasdibe. Li vê salvegera tehl da xweşiya cejin û xemgîniya nebûna ezîzên me hêviyên hevin û qesîdeyeke (Elmutenebî) yê şaîr çendî guncawe ji bo îro ku dibêje: “Bi çi halek hatiye ve, ey cejin, weku berêyî yan te xeberekî nû heye…”. Eve halê hemû roj û hemû dem û hemû cejna van jinên Barzaniyane û hemû kesukarên enfalê ku sîtem li wan hate kirin û dehan sal li çaverêkiriya ezîzên xwe bûn ku bi zulmê birin û enfal kirin. Lê belê her ew jinên qehreman bi serbilindî û îzeta nefsê ve xwe li ber xema ji destdana ezîzên xwe girt û berev lûtkeya bihayan hilkişan.

Li dirêjahiya salê da kêm roj hene bîranîna karesat û tawan û zulmek nebê ku derbarê gelê Kurdistanê de nehatibe kirin. Tawanên wiha mezin û nemerdane ku li dîroka mirovayetiyê da bêwênene. Gelê Kurdistanê dikarî tola xwe bike lê belê destê xwe ji bo tolhildanê nebir û rêya bexşîn û vekirina rûpeleke nû li ber girt. Ji ber ku çanda gelê Kurdistanê cûdaye ji çanda nemerdan û şoveniyet û dagîrkeriyê.

Li vê salvegerê da hezaran silav ji bo giyanê pakê Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîdên enfal û şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê re dişînîn û baştirîn wefa jî ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana mîlletê me, yekrêzî û birayetiya di navbera me û xweşdiviya niştimane.

Mesûd Barzanî
31.07.2020

Back to top button