Polîtîk

Peyama Ocaln eşkere kirin: Ne li tu aliyekî bin, rêya sêyem hilbijêrin

Piştî Dr. Ali Kemal navroka hevdêtina xwe Ocalan li Îmralî eşkere kir parêzerên Ocalan mecbûr man naveroka peya Ocaln bighînin Raya giştî.

Wek tê zanîn Du parêzerên Ocaln 18ê Hezîranê serdana Îmralî kirin. Ocaln di derbarê hilbijartinên Standulê de peyamek da destê wan. Ocaln peyama xwe de daxwaz kiriye ku, HDP pişgiriya CHPê neke û di hilbijartinan de bê teref bimîne. Lê parêzerên Ocalan ev peyam eşkere nekirine.

Lê piştî daxûyaniya Dr. Ali Kemal parêzera civînek ya çapeniyê li arxistin û behsa naveroka hevdîtina li gel Ocaln kirin û herweha peyama Ocalan wek xwe ragihandin.

Ocaln gelek vekirî dibêje ku, ne alîkariya berbijêrê Tifaqa Cumhur bikin û ne jî arikariya berbijêrê Tifaqa Milet bikin. Rêya sêyem hilbijêrin û bê alî bimînin.

Bê goman eger dengderên HDPê bê alî bimînin berbijêrê AKPê Binlî Yildirim serdikeve. Lê pirs ewe ku ; Ji bo çi parêzerên Ocalan piştî hevdîtinê wek caran daxûyanî nedan? EşkereQendil nedixwest peyama Ocaln bighê raya giştî.

Niha HDP dê çi bike? Ji berî niha eşkere biryara HDPê û Qendil ewe ku bi hemû awayî pişgiriya Ekrem Îmamoglu bikin.

Peyama Ocalan:


Ji raya giştî re

Di mijara însiyatîfa xwe ya şexsî de ku bi wesîleya bidawîbûna rojiya mirinê û grevên birçîbûnê min bi kar anî, li gorî rewş û bûyerên gengaz min pêwîstî dît ku vê daxuyaniyê bidim.

Min qala helwesteke hîn kûr û vekirî ya der barê Pêvajoya Çareseriyê kir. Ji vê perspektîfê min li rewşa heyî temaşe kir. Şêwazê ku mohra xwe li dema piştî pêvajoya çareseriyê xist, ya ku dudiliya kevneşop a Tirkiyeyê didomîne û timî rê li ber şer û dubendiyê vedike, di serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkên civakî hemû girantir kiriye. Li dijî vê rastiya ku tifaqên Cûmhûr û Millet, vebijêrka tifaqa demokratîk a ku di nava HDP’ê de şênber bûye û danûstandinên demokratîk, ji xwe re çareseriyê esas digire.

Divê were dîtin ku dema bê wê pirsgirêkên civakî yên navxweyî, pirsgirêkên herêmî û global girantir bibin, lewma gelekî girîng û bi wate ye ku ev helwesta rêya sêyemîn bê parastin. Di vê çarçoveyê de feraseta Tifaqa Demokratîk a ku di nava HDP’ê de şênber bûye, nabe ku bibe mijara nîqaşa rojane ya hilbijartinê. Divê girîngiya Tifaqa Demokratîk û wateya wê ya dîrokî angajeyî dubendiyên berdest neke û weke heta niha kirî, di hilbijartinê jî li ser xeta xwe ya bêalî raweste.

Xeta li ser bingeha sê hîmên; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnê platforma siyasî ya herî rast û hilberandina encamê ye. Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin.

 

18.06.2019 Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê

Abdullah Ocalan”

 

Back to top button