Civak

Peyama Nêçîrvan Barzanî ji bo YNKê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta kongreya YNKê peyamek ji bo YNKê rêkir.

Peyama Serok Neçîrvan Barzanî:

Bi helkefta bi dawî hatin û serkeftina Kongreya Çarem ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li yek bi yekê endamên Encumena Bilinda Siyasî û Berjewendiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Encumena Serkirdayetiya Giştî ya Yekîtî û tevahiya kadîran û endaman û alîgirên wê dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ku li ser asta Kurdistan û Iraqê xwedî amadeyî û pêgehekî bi bandore, bi serkeftina kongreya xwe dikarê rolekî baştir ji bo bi dest ve anîna mafên destûriyên Herêma Kurdistanê li Iraqê û zêdetir xizmetkirina Herêma Kurdistan û parastina destkeftên wê û dirustkirina yekrêzî û tebayî ya li navbera aliyên Kurdistaniyan da bibîne.

Her bi vê helkeftê de bi rêz ve bîranîna cenabê Serok Mam Celal dikîn.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

27/12/2019

Back to top button