Civak

Peyama hikûmetê li ser kiryara terorîstiya Heseke

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî kiryara terorîstiya bajarê Hesekê li rojavayê Kurdistanê bi dijwarî şermezar dike û dibêje ku, teror û tawanên hovaneyên terorîstan gelê Kurdistanê ji xebat û tekoşîna ji bona aşitî û azadiyê sar nake. 

Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê:

Kurdistaniyê bajarê Heseke, duhî, mijûlî rêvebirina merasima pîrozkirina cejina Newrozê bûn û ji bona aşitî û pêkvejiyanê şahî digêra, iha di wê demê de terorîstan êrîşî şahiya Newrozê kir û mixabin ji encamê wê kiryara terorîstîya xwekujî de hijmareke hevwelatiyan şehîd û birîndar bûn.

Em sersaxiyê li malbatên şehîdan dikin û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazin, di heman demê de em tekîd dikin ku, teror, tirsandin û tawanên hovaneyên terorîstan gelê Kurdistanê ji xebat û tekoşîna ji bona aşitî, azadî û wegirtina hemû mafên xwe yên adil sar nake, bervajî, kurdistanî dê bi cişeke zêdetir li ser xebat û tekoşîna xwe berdewam bin

Serkeftin ji bo peyama Newrozê û canê şehîdan şad be.

 

Civata wezîrên herêma Kurdistanê

21.01.2015

Back to top button