Polîtîk

Peyama hikûmetê bo mediyakarên Kurdistanê

Hikûmeta herêma Kurdistanê, 117saliya derçûna yekemîn rojnameya kurdî û roja rojnamegeriya kurdî, gerimtirîn pîrozbahiya li tev mediyakarên Kurdistanê dike û ji bona gihandina peyama niştimanî bi awayekî pîşeyî û rast, hêviya serkeftin û pêşkeftinê jê re dixwaze û dibêje:

Mediyakar dikarin di geşkirina warê civakî, siyasî û kultura civaka Kurdistanê de roleke giring bilîzin. 

Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:

Cîyê şanaziyê ye ku, civaka Kurdistanê, bi cudahiya hizirûbîran ve, di atmosferekî azad de xwedî bi dehan saziyên mediyayê yên cihê ye. Hebûna azadiya hizirûbîran prensîpek sereke yê sîstema demokrasiyê ye di civakê de û divê ev azadî ji bona parastina destkeftiyan bê parastin.

Berfirehkirina azadiya hizirûbîran û azadiya mediyayê weke wezîfeyeke sereke di karnameya hikûmetê de ye û hêviya ji mediyakarên Kurdistanê dike ku, di warê zêdetir mokomkirina bingehên demokrasiyê, mafên mirov, aşitiya civakî û arammiyê de, tevî rola giringa di warê hevkarîkirina hikûmetê di çavdêrîkirin û şopandina kar û pirojeyên hikûmetê de, bi awayekî rast û pîşeyî digel her rol û wezîfeyek niştimanî ku, di stuyê peyama mediyayî de ye weke mediyayeke niştimanî a xwedî bawerî, roleke mezin bilîzin:

Bilind û pîroz be roja rojnamegeriya kurdî û yada derçûna rojnameya ”Kurdistan” û yada xwediyê rojnameyê mamoste Miqdad Medhet Bedirxan.

Back to top button