Barzanî: Dijmin şerê derûniyê li dijî xelkê Kurdistanê dike

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sed û hevdehemîn(117) salvegera derçûna yekem rojnameya Kurdî û hevdehemîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û roja rojnamegeriya Kurdî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û hemû medyakar û rojnamevanên Kurdistanê dikim.

Rojnamegeriya Kurdî her di destpêka derketinê ve û li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê me mil bi milê çîn û tuwêjê xebatgêrên dinê Kurdistanê li dijî dagîrkerî û dîktatoriyê rawestaye û rewşengirî û dijayetiya zulm û neyarên Kurdistanê xesleta diyara rojnamevanê Kurdî bûye. Niha jî ku neyarên gelê Kurdistanê medya wekî amrazek ji bo dijayetî kirina mafên rewayên gelê Kurdistanê bikartînin, ji bo berperçdana hewlên anîna dû berekî û pişêwa civakî û siyasî ya ji aliyên ne hezên Kurdistanê ve divê medya Kurdistanî sengerekî gelek bihêz bê.

Niha jî ji wê dema ku welatê me rûbirûyê şerekî zalimaneya terorîstan bûye û terorîst li rêya medyaya xwe ve şerê derûniyê li dijî xelkê Kurdistanê û Pêşmerge dikin, ew çaverê kirin jî ji medyakarên delalên Kurdistanê heye ku li beranber van hewlên terorîstan rawestin û bibin beşekî bandorê li bereya rûbirûbûna teror û hizra tundrewiyê.

Cihê şanaziyê ye karê rojnamegeriyê li Kurdistanê da hengavên baş avêtiye û bi azadiyekî tevahî û dûrî ji hemû sansurek li Herêma Kurdistanê da dirêjahiyê bi çalakiyên xwe dide û li ruyê azadî û nebûna astengiyên ji bo karê rojnamevaniyê li gor welatên navçeyê medya û rojnamevanî li rewşeke gelek baş daye. Wê demê jî azadiya rojnamevanî dibê sedemek ji bo pêşketina civakê ku pêkve li navbera rojnamevan û berpirsiyariya civakî û pabendbûna bi pîşeyîbûn û bihayên rojnamevaniyê de girêdanek hebê.

Li vê salvegerê de daxwazê ji hemû aliyek dikim palpiştiya lêkolîneke bi hişyar û bi bandorê rojnamevaniyê bin û yarmetiya kêm kirina kêşeyên wan û baştir kirina jiyana wan bikin û rojnamevanên Kurdistanê dûrî li destêwerdana siyasî bikarin bi awayeke azad û serbixwe xizmeta doza rewaya gelê me û pêşketina kultûrî û civakî bikin.

Dûbare pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên ezîzên Kurdistanê dikim û hêviya serketinê ji bo wan dixwazim.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Nerîna min :