Pêwiste kurd doza mafên netewî bikin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hêzên ku mafê Kurda yên rewa biparêzin tuneye. Partiyên Tirkiye wek AKPê û CHPê û hemû partiyên ku wek partiyên sîstemê têne navkirin, dema behsa pirsa kurd dikin, piranî hewldidin ku hinek tişta ji bo kurdan bêjin daku di hilbijartinan de dengê Kurda destve bînin.
Gelek cara behsa hinek mafên çandî dikin, behsa zimanê Kurdî dikin û hewl didin ku bi awayakî dilê Kurda xweş bikin. Lê tu cara behsa çareseriya pirsa Kurd nekirine, nakin û wê nekin jî. Ji ber ku pirsa kurd ji bo wan tiştek dine û ji bo Kurdên li ser xeta netewî siyasetê dikin tiştek dine. Yanî naveroka çareseriya pirsa Kurd ji bo herdu aliyan gelekî ji hevdu dûrin.
Di dîroka siyasî ya partiyên Tirkiye de ev yek nehatiye kirin, lê dema hindik bê jî bixwazin destê xwe di serê Kurdan de bînin, em wan dertêxin zimana û wesfê wan didin. Bê guman her partiyek ya ku gavek erênî di derbarê Kurdan de bavêje divê mirov bi erênî pêşwaziyê bike. Lê mirov wek ku dê pirsa Kurd çareser bikin li meseleyê binirxîne , mirov xwe dixapîne.
Ji aliyek din vekirî divê mirov bikaribe bêje ku, ew partî yan jî aliyek siyasî ku bi navê Kurda siyasetê dikin, eger li dijê Mafên Netewî û li dijê dewletbûna Kurda derkevin, tu cudahiyek mezin di nava wan û aliyên Tirk de tuneye.
Dema mirov doza demokratikbûnê bike, bê guman gelekî girînge. Lê demokratîze kirina Tirkiye pirsa Kurd çareser dike yan nake? Gerek ev yek bê gotubêj kirin. Di baweriya min de çareser nake û heta pirsa Kurd li bakur neyê çareserkirin tu cara civak demokratîze nabe û demokrasiyek rasteqênî peyda nabe.
Ew Kurdin, divê em doza mafên xwe yên rewa, mafê netewî bikin. Dema behsa biratiyê dikin bila em li gel Tika birabin, bila gotina biratiyê her di rojevê de be. Lê birayê me yê Tirk xwedî çibe gerek em jî xwedî bin. Dewleta te heye ya min tuneye, Ala te heye ya min tuneye, zimanê te fermiyê ,yê min qedexeye, ji bo Tirkbûna xwe tu nayî darizandin, lê ez ji bo Kurdbûna xwe têm darizandin. Başe biratiya me dê çewe bê? Tu xwediyê her tiştekiyî , lê ez nexwediyê tiştekîme. Başe em dê çewe birabin?
Eger Kurdek yan jî aliyek siyasî behsa biratiya gelan bike û behsa mercên biratiyê neke,ew xwe dixapînin û ji bo rastiya heyî weşêrin li dijê miletê xwe ji bo berjewendiya miletek din siyasetê dike.
Piraniya cara dema minaqeşe li di hinek babetan de tê kirin, divê pîvanek hebê. Pêwîste pîvan di hemo pêvajoyan de berjewendiyên Netewî be.
Gelek cara xelkek daxwaziyên netewî wek kêmasiyekî dibînin û vê yekê bi neteweperestî bi nav dikin û li dijê mafên rewa yê miletê bindest disekinin û dibin asteng.
Mixabin di zihniyeta nijadperestan de Kurd hemû teroristin û li gora wê jî kurd têne nirxandin. Divê Kurd xwe nasbikin, doza mafên xwe yên rewa bikin û berjewendiyên netewî û dewletbûna Kurda wek pîvanekî bidin pêş û li gora wê jî siyaseta ku dikin bixemlînin.
Tovê nijadperstiyê li Tirkiye gelekî bi hêz hatiye reşandin. Hîmên dewletê li ser inkar û tunebûna Kurda hatiye avakirin. Ji bo vê jî kurd divê bi hestek hêz li mafên xwe yê netewî xwedî derkevin û li gora vê jî siyasetê bikin.
15.9.2019
Dara Bilek