Cîhan

Pêwistbe ji bo arikariya kurda emê asmanê Suriye bi karbînin

Şirovekarê karûbarên Rûsyayê yê portala Al Monitorê Maxim Suchkov li ser hesabê xwe yê twitterê behsa hevtîna telefonî di navbera serokwezîrê Îsrail Netenyahu û serokê Rusya Putin kiriye.Maxim Suchkov dibêje ku ji bo piştevaniya kurdan li Başûrê Kurdistanê Îsrail û Rusya dest bi tevgerekî kirine. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Rûsyayê Vlidamir Pûtîn behsa giştpirsiya Kurdistanê kirin û Netanyahu ji Pûtîn re gotiye yek ji bijardeyên wan bo parastina Herêma Kurdistanê di her êrîşeke milîsên ser bi Îranê ve de û şandina alîkariyan, ew e ku asmanê Sûriyê bikar bîne heta ji bo bikaranîna balafirên serbazî jî.Li gora Suchkov Bexda ji vê pêwendiya navbera Îsrail û Rusya ne rihete û ji bo vê yekê jî dê demek nêzik wezîrê derve yê Iraqê serdana Rusya bike ji bo gptubêjkirina vî babetî.Herweha Suckhon dibêje ku, pêwendiyek telefonî de Putin li gel Receb Tayib behsa heman babetê kiriye.

Back to top button