Pêwîst e zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraqê general Walter Piatt kir û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ragihand ku tevgera DAIŞê li deverên Kurdistanî metirsîdar e û pêwîst e zêdetir alîkariya Pêşmerge bê kirin.roja 19-4-2018 şandeke hevpeymaniya dijî DAIŞê bi serokatiya fermandeyê hêzên hevpeyman li Iraqê general Walter Piatt, serdana Hewlêrê kir û bi Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî behsa zêdebûna livîna terorîstên DAIŞê li hinek deverên Sûriye û Iraqê her wiha deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ew livîn û êriş metirsîdar in. Ji ber wê jî divê ewlehiya deverên Kurdistanî bi hemahengî li hemû aliyan were parastin û divê rewşa wan deveran bi lez normal bibe.General Walter Piatt jî behsa şerê DAIŞê kir û ragihand, rola Pêşmerge û Herêma Kurdistnaê di şerê DAIŞê de bi bandor bû û got, hêzên hevpeyman dê li ser alîkarîkirin û rahênana Pêşmerge berdewam bin. 

Nerîna min :