Pêwîst e em danûstandinan ligel ENKSê bikin
Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştîmaniya Sûriyê Uqab Yehya ragihand ku peywendiyên wan ligel Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) berdewam in û pêwîstiya wan bi danûstandinan heye.
Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştîmaniya Sûriyê Uqab Yehya di konferanseke rojnamevaniyê de li Stenbolê bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk a derbarê baykotkirina civînên opozisyona Sûriyê ji aliyê ENKSê ve û nêzîkbûna ENKSê bi Rêveberiya Xweser ve da.
Uqab Yehya di bersîva xwe de got: “Bi rastî ev mijarî dûrî armanca sereke ya konferansa me ya rojnamevaniyê ye, ji ber ku tiştê sereke Idlib e, lê tevî vê jî, peywendiyên me ligel ENKSê berdewam e, lê nameyek ji me re şandin. Pêwîstiya me bi danûstandineke berfireh heye.”
Di derbarê binpêkirinên grûpên çekdar li Serêkaniyê û Girêspî, Cîgirê serokê Uqab Yehya nikarî xwe ji pirsekê veşêre û got, rast e binpêkirin li Serê Kaniyê û Girê Spî tê kirin, lê ne ewqas berfireh e.
Cîgirê Serokê Îtîlafa Niştîmaniya Sûriyê di heman demê de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî tometbar kir, ku bi gotina wî bûyeran mezin dike.
Yehya got: “Bê guman ji aliyê Îtîlafê ve rewş tê lêkolînkirin û tê şopandin û ji destpêkê ve dadgehek hatiye pêkanîn. Bê guman binpêkirin hene, lê li hember wê şopandineke rojane heye, mekîneya ragihandina PYDê gelek îdîayan belav dike û hewl dide bûyeran mezin bike, ji bo me welatiyên Sûriyê girîng in, çir Ereb, Kurd û Aşûrî bin, ew gelê me ne. Em tekezî li ser aramiyê dikin û xelkê jî bi serbestî vegerin ser erd û milkê xwe.”