Pêwendiya me bi PDK re xirab e, lê dikare baştir bibe
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafîl amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyên wî ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xirab in lê dibe ku baştir bin.
Talabanî di konferansa ku li Enstîtuya Washingtonê ya Amerîkayê beşdar bû de derbarê geşedanên li Herêma Kurdistana Iraqê (HHK) û bi taybetî hilbijartinên parlementoyê de nirxandin kirin.
Talabanî li ser peywendiyên YNK û PDK diyar kir ku îdeolojî, sîstem û pêkhateyên her du partiyan cuda ne.
Talabanî li ser peywendiyên ligel PDK got: “Carnan pir baş in, carinan jî pir xirab in. Ez nafikirim ku têkiliya me pir xirab e, lê pêvajo her gav dikare di rêyên cuda de bimeşe”.
Talabanî diyar kir ku sedema alozbûna peywendiyan ji ber pirsgirêkên ewlehiyê ye û got: “Li Iraqê pirsgirêkên me bi Tirkiye, Sûriye, Îran û Amerîkiyan re hene. Ev zext hene. Gelo têkilî bêkêmasî ne? Bê guman na, gelo ew çêtir dibe? Erê”.
Talabanî herweha got: “Tiştê ku divê me bikira me nekir, me nekarî bi têra xwe alîkariya mirovan bikin. Mînak hîn jî 24 saetan elektrîka me tuneye, ez wisa difikirim ku ev yek ji mînakên herî hêsan e. Li Kurdistanê bi milyaran dolar tên û diçin. Lê tevî vê yekê jî pêwîstiya ceyranê bi jeneratoran tê dabînkirin”.
Serokê YNKê Talabanî bi berdewamî anî zimên û got: Heger hikûmeta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê û aliyên din ên siyasî bixwazin rewşa Kurdistanê baştir bikin, bi baweriya min ev yek pêkan e. Ez pir geşbîn im. Ya duyemîn jî ji aliyê genetîkî ve genên xweşbîniya Mam Celal hildigirim”.
Talabanî di hevdîtina xwe ya ligel Berpirsa Karûbarên Rojhilata Navîn a Wezareta Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf de, helwesta partiya xwe ya di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de dubare kir û ragihand ku ew li gel wê yekê ne hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin.