Pêvajoyek bê nav û berjewendiyên Kurda..!
Piştî banga serokê MHPê Devlet Bahçelî di derbara pêvajoya nû de, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rojeva siyasî hate guhertin. Heta vê yekê bandora xwe raste rast li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî kir. Lê heja ne Qendîl û nej î DEM bi zelalî nizanê dê çi bike. Ev yek jî dibe sedemê gelek gotubêj û nirxandinên cuda.
Banga Bahçelî gelekî zelale, dibêje: Bila PKK ji dev çekan berde û xwe fesih bike. Erdogan bi hemû awayî pişgiriya banga Bahçelî dike. Ev bang projeyeka dewleta Tirk e. Erdogan di daxûyaniyên xwe de vekirî dibêje ku, ew Tirkiyekî bê Teror dixwazin.
Serokê PKKê Ocalan jî bersiva banga Bahçelî da û ew daxwaziya Bahçelî pêkanî û bang li PKKê kir. Ocalan banga xwe de vekirî ji PKKê re dibêje: Ji dev çekan berdin, rojek zûtir kongreya xwe bicivînin û biryara fesih kirina PKKê bidin, xala sêyem de Ocalan dibêje ku, hêdî behsa serxwebûn, federasyon, xweserî û tu statûyekî nekin, siyaseta demokratik bikin. Bê guman ev xal gelekî girînge û gerek tu kes tu maneyên cuda nedin vê xalê. Yanî vekirî daxwaza tiştek netewî nekin.
Her tişt bi zelalî ber çavaye. Lê PKK û gelek aliyên di nava PKKê de ji dilê xwe ne razîbin jî banga ocalan erênî dinirxînin û didin xûyakirin ku, dê guh bidin daxwaziya Ocalan. Lê Qendil dibêje ku, divê mercên pêkanina kongreyekî pêkwerin, bila dewlet ji dev operasyona berdê ku, ew bikaribin bi warek ewlehiyê de kongreya xwe kom bikin. Bahçelî ev yek jî serast kir û got: Bila werin li Malazgirtê kongreya xwe bikin.
Bê guman devjêberdana çekan gavek gelek erêniye û dê ev yek bi serê xwe rêya siyasetek legal û yasayî û heta radeyekî demokratik ji tevgera kurd re veke. Dê ev yek ji hemîyê girîngtir di civakê de aramiyekî peyda bike. Herweha fesih kirina PKKê jî di berjewendiya Kurdan de ye. Belkî bi vê yekê hêdî hêzên herêmî PKKê li himber tevgera azadixwaz a Kurdistanê bi kar neynin. Yanî ev qert ji destê dewletên herêmê derkeve.
Lê mixabin hêja biryara Qendil ne zelale û bi hinek hêcetên vale Qendil hewldide pêvajoyê asteng bike. Gelek eşkereye ku, çepên Tirk û Kemalistên li gel PKKê di nava hevkariyekî de ne, naxwazin PKK/DEM ber bi AKPê û Tifaqa Cumhur de berdin. Lê DEM bi navê PKKê jî dê pêşerojê de bibe beşek ji Tifaqa Erdogan û Bahçelî. Çepên Tirk di nava DEMê de vê yekê naxwazin, taybetî Kemalis û çepên netewîyên Tirk ku, bi rêya DEMê bi dengê kurda dibin parlementer,naxwazin vê berjewendiya xwe ji dest bidin.
Ji aliyek din CHP naxwaze hevkarekî wek DEMê winda bike û ji dev AKPê ve berdê. Lê ev tişt gav bi gav pêktê. CHPê bi hevkariya DEMê di serî de şeredariya Stanbulê û gelek bajarên Tirkiye destve anî. CHPê vekirî li gel Qendîl hevkarî kir û wek partiya yekem hate destnîşankirin.
Sedemek jî ku serokê şeredariya Stanbulê Îmamoglu tê darizandin, hevkariya nevbera CHPê û Qendil e. Xwepêşandanên ji bo pişgirya Îmamoglu hatîn kirin de, DEM hewlda du alî bileyze. Serokên DEMê ewilê danxûyakirin ku ew li tenişta Îmamoglune, piştrejî ev yek inkar kirin.
Serokê şeredariya Enqere di xwepêşandana pişgiriya Îmamoglu de axavtinek tund nijadperestî kir û sivikahî bi ala Kurdistanê kir. Gelek aliyên Kurd helwesta Yaşar şermezar kirin . Baroya Wanê di derbarê Yavaş de doz vekir. Dema pîrozbahiya Newroza stanbulê de hevserokê DEMê xwest daxûyaniya serokê CHPê bixwîne, ew hate protestokirin.
Kurd gerek van bûyerên ku rûdidin baş bixwînin û li gora berjewendiyên netewî tevbigerin. Pêwîste helwesta siyaseta Kurd li gorî berjewendiyên netewî bê diyarkirin.
Di vê pêvajoya bê nav de, rojane helwest têne guhertin. Her guherin û bûyera di berjewendiyên destkeftiyên netewî de be, gerek pişgirî lê bê kirin û helwestên zererê bide destkeftiyên netewî jî gerek bi yek dengî bê şermezarkirin.
Bila vêca tevger û partiyên Kurda ne tenê ji bo hinek îdeolojiyan kar bikin, bila ji bo berjewendiyên xwe yên netewî tevbigerin. Bê guman her aliyek xwediyê îdeolojikiye, ev yek nayê rexnekirin, lê gerek destkeftiyên netewî li ser her tiştekîre bê girtin û siyasetê de ev yek pîvan be.
01.04.2025
Rênîn/Şirove