Pêvajoya piştî Musilê hate gotubêj kirin

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Îrfan Elheyalî Wezîrê Berevaniya Iraqê û Ferîq Rukin Enwer Hemedemîn Fermandeyê Hêzên Asmanî ya Iraqê kir.Li hevdîtinê de ku rêzdar Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet amade bû, Wezîrê Berevaniya Iraqê, Serok Barzanî ji pêşhatên dawî yên emnî û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da’îş li operasyona azadkirina Musilê agahdar kir. Her wiha rewşa navçeyên azadkiriyên Musil û paşaroja Musilê xistin ber behs û tekez li ser berengarbûn û ji navbirina terorîstan û azadkirina navçeyan kirin.Her li vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û tekez li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.

Nerîna min :