Pêvajoya devjê berdana çekan û PKK

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê piştî banga serokê MHPê Devlet Bahçelî ji bo Ocalan pêvajoyek bê nav destpêkir.Bê guman cardin di vê pêvajoya bê nav de, pirsa Kurd bi awayek din hate rojevê û aliyên siyasî ev yek gotubêj kirin.
Em dibêjin Pêvajoya Bê Nav, lê dewletê nav li pêvajoyê kiriye. Heta vê yekê wek pêvajoyekî nanirxîne. Devlet Bahçelî vekirî dibêje: “ Bila Ocalan bê di parlementoya Tirkiye de di civîna guruba DEMê de axavtinê bike û bêje: “ PKK ji dev çekan berdaye û PKK hatiye tesviyekirin.“ Herweha serokomarê Tirkiye Erdogan jî bi gelek minasebeta de vekirî dibêje: Divê teror nemîne û şîara me Tirkiyek bê teror e. Yanî dewletê û kesên ku ev însiyatîf destpêkirine bi dengeg bilin nav li pêvajoyê kirine.
Lê DEM , PKK û hemû dezgeh û aliyên bi wan ve girêdayî hewl didin navek din li pêvajoyê bikin daku, bikaribin helwesta xwe bi awayekî meşru bikin û heta radeyekî rêya red kirina banga Ocalan ji bo xwe vekirî bihêlin.
Bê guman li Tirkiye û bakurê Kurdistanê şerek bê wate heye. Şerê heyî tu feydeyek nedaya doza Kurd û eksê wê de bû çekek di destê dewletê de bi hecata vî şerê Tevgera Kurd a Azadixwaz teswîye bike û zilm û zordariya xwe li ser Kurdan meşrû bike. Hat xûyakirin ku PKK bi tenê destikek a leyiztikê di destê dewletan de ye û her dema bixwazin ji bo berjewendiyên xwe bi tînin.
Yanî bi kurtahî danîna çekan berjewendiya Kurdan de ye û herweha têkçûna û tesviyekirina PKKê jî di berjewendiya Kurdan de li her çar beşên Kudistanê de ye. Eger hinek eksê vê ispat bikin bila vekirî bêjin. Lê mixan çewe ku derbasbûyî de rastiya PKKê nehat gotubêj kirin, îrojî hinek hewldidin rolekê kurdperweriyê bidin vê tevgerê. Qendîl bersivek erênî bide banga Ocalan dê başbe. Lê dixweyê ev yek jî dê biçekî zehmet be. Ji ber ku, helwesta çepên Tirkên Kemalist dikare nehilê Qendil bi yekdengî bersivek erênî bide banga Ocalan. Di daxûyaniyên berpirsên Qendil û ragihandin û nirxandinên di medya PKKê de vê yekê bi awayekî îşaret dike.
Ji berî çend rojan HUDA PARê li Diyarbekirê komxebatek ji bo pirsa Kurd li darxist. Gelek siyasetmedar ji partiyên cuda û gelek rewşenbir û siyasetmedar tevlî vê komxebatê bûn û di derbarê pirsa Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de dîtinên xwe gotin. Lê şêwirmendekî yê serokomar Erdogan di derbarê vê komxebatê de daxûyaniyek tund da û ji aliyekî ve HUDA PAR tawanbar kir û ji aliyek din ve di derbarê pirsa Kurd de daxûyaniyek nijadperestî da. Gelek alî li himber vê helwesta şewirmendê serokkomar bê deng man. Sedemê bê dengiyê HUDA PAR û helwesta li dijê HUDA PARê ye.
HUDA PAR partiyek Îslamiye. Vekirî dibêjin ewilê Îslamiyet piştre Qewmiyet. Ev dîtina wan e û gerek mirov vê yekê baş bibîne. Helwesta wan ya ji bo pirsa Kurd girînge û gerek ev aliyê wan baş bê nirxandin. HUDA PAR dîtinên xwe gelek vekirî dibêje û helwestên xwe de zelalin.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de, pirsa Kurd ne di tekela PKKê de ye.Ewin ku pirsa kurd li Tirkiye bi tenê PKKê ve girêdidin dijminatiya herî mezin li himber miletê Kurd dikin. Ji derê PKKê partiyên Kurd hene, dezgehên sivîl yên Kurda hene, rêxistinên mirovahî hene û ji hemûyê girêngtir Kurd bi xwe hene ku, tu cara rê nadin ku PKK nûnertiya wan bike. Wek partiyek siyasî mafê HUDA PARê ye ku, li pirsa Kurd de xwe wek muxatabekî bibîne û di vê derbarê de hinek çelakiyan bike. Eger mirov helwesta wan di derbarê pirsa Kurd de, baş nebîne bila bêne rexnekirin.
Berê xwe bidinê Heyeta Îmralê li Tirkiye hemû partiyên di parlementoya Tirkiye de dîtin û peyama xwe gihandin wan ,lê HUDA PAR nedîtin. Gelo kesekî qenc xirab ev yek şirove kir..Na?
Her aliyek li bakurê Kurdistanê û Tirkiye, hewla li xwedîderketina pirsa Kurd bike û dîtinên xwe vekirî bêjin û di vê derbarê de çalakiya li darbêxe, gerek baş bê nirxandin .
Dubare ev pêvajoya îro hatî destpêkirin, pêvajoya devjêberdana çekane û tesviyekirina PKKê ye. Ne pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê ye. Lê em hemû dizanin ku, serkeftina vê pêvajoyê yanî devjêberdana çekan ji bo kurdan gelekî başe.
Kurtahî divê PKK ji dev çekan berde û rê bide ku, pêvajoya çareseriya Pirsa Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi diyalogê û metodên demokratik hewla çareseriyê bide.
19.02.2025
Nêrîn/Şirove