Pêvajoya destûra nû
Ji aliyê weqfa yekitiyê ve konferansek bi navê “ Pêvajoya nû ya Destûrê“ hate amade kirin. Serokê parlementoya Tirkiye Cemil Çîçek jî di konferansê de amade bû. Çîçek di derbarê amadekirina destûra nû de axavtinek kir.
Çîçek di axvtina xwe de got:Di pêvajoya çêkirina destûra nû gelek girîng e. Niha li Tirkiye bi temamî 63 partî hene. Me ji 60 partiyan pirsiye ku, hun di derbarê destûra nû de çi dibêjin û dîtinên we çine? min bi xwe name ji hemiyan re rêkir û heviya bersivên wan e. Heta niha ji 60 partiya tenê du partiyan dîtinên xwe kifşkirine. Herkese dibêje ku destûrek nû pêwiste, em jî dipirsin “ gelo we destûrek çewe divê û pêşniyarên we çine? “ Dîtin û pêşniyarên xwe ji mere bêjin. Me di vê derbarê de bangî hemê dezgehên sivîl jî kiriye.
Çîçek berdewambûna axvtina xwe de da xuyakirin ku, heta niha ji 21 hezar dezgeh, komele û rêxistinan re name şandina û dîtinên wan di derbarê destûra nû de xwestine.
Cemil Çîçek got ku, em destûrê nanivîsînin, em destûrek nû çêdikin. Serokê Parlementoya ji bo destûra nûjen demek diyar kir. Çîçek destnîşan kir ku dawiya sala 2012-ê destûra nû amadeye.
Rojevakurd