Nivîsar

Pêvajoya çi?

Li Kurdistana Bakur cardin piştî tecrûbeyek ne serkeftî behsa “ pêvajoya aşitiyê“ tê kirin, lê projeya aşitiyê çîye dê çewebe nayê behs kirin. Dewletê pêvajoyek bi nave pêvajoya çareseriyê destpêkir. Lê sernekeft sedemê sernekeftinê eşkere bûn, hêzên tarî di nava dewletê û PKKê de nehişt ev pêvajo serbikeve .Dema pêvajoyê de tişta herî baş ew bû ku, şer nebû , xelkek vegeran warên xwe û civat ber bi normalizebûnê ve diçû. Lê mixabin vê yekê gelekî berdewam nekir. Hilbijartinên parlementoyê de ku HDPê 81 parlementer derxistin dikariya bibe sedemê berdewamiya pêvajoyê. Lê ne Qendil hişt HDP bi îrada xwe siyasetê bike û nejî çepên netewî yên Tirk di nava HDPê de rê da ku HDP bikaribe rolekî erênî bileyze.Serkeftina HDPê bû sedemê biryara PKKê ku “xweseriyê“ ragihinîn û li hinek bajar û navçeyên Kurdistanê xweseri ragihandin û xendek kolan .  Vê biryara PKKê Kurdistan carek din ber bi xirabûnê ve bir. Gelek cihên ku xendek lê hatin kolan wêran bûn  xelkê deverê carek din koçber bû. Bajar û navçe têkçûn ku heta wek îrojî nehatine avakirin. Ev yek encama siyaseta xelet , ne kurdistanî ya PKKê bû. HDP tenê ferman pêkanin ne kari xwe ji vê karaseta siyasî bide aliyekî û bû beşek yê plana têkbirina kurdan.Başe ew kes yan jî aliyên behsa prosesa aşitiyê dikin, di derbarê “pêvajoya çareseriyê “ ya ku têkçûyî de çi dibêjin? Ji ber ku civina li Diyarbekir pêkahatî hinek kes şîrîkê têkçûna prosesa berê ya bi navê aşitiyê dihata kirin bûn.Eger prosesek nû werê destpêkirin dê li gel kî û çewebe. Ev nayê minaqeşekirin. Di nava kurdan de platformek Kurdistani heye ku bikaribê vê pêvajoyê de wek aliyekî be? Eger cardin li gel PKKê werê kirin çi demana ji berê xirabtir têkneçe heye?Ji berî her tiştekî divê her kurdek ku rasti aşitiyê dixwaze, divê di vê pêvajoyê de şer siyaseta bi şer tê kirin red bike û mehkum bike. Divê PKK bê qeydûşert ji dev şerê çakdarî berdê . Ji berku ev şer ne di xizmeta keseki de ye û zerera mezin heta wek îro kurd jê dibînin.Divê li Kurdistana Bakur aliyên siyasî bikaribin li gel dezgehên sivîl, akilmend û rêsipiyê Kurdistanê li gora mercên civakê platformek Kurdistanî ava bikin û ev platform wek muhatab bête girtin.Pirsgîrîka kurda li Bakur ne li gel partiyelê siyasiye , li gel dewletê yê. Eger tu AKPê, yan jî CHPê yan jî partiyek din wek pirsgirêk bibînî û bi dijitiya wan partiyan yekitiya ava bikî û siyasetê bikî nabe. Divê muxatabê kurda dewlet be. Nabe tu dewletê biparêzî dijitiya partiyekî bikî. Ji xwe îro siyaseta PKKê ya xelet li herêmê dibe sedemê pêşketina AKPê.Pêvajoya aşitiyê ji bo Kurdên Bakur nefesek ku bikaribin hem siyasî hem jî civakî bijîn.Pêwistiyeke. Lê çewe û bi çi metodê ev yek bê kirin. Gerek naverok û awayê projeya aşitiyê bê minaqeşekirin.Rojevakurd/Nûçe analiz

Back to top button