Nivîsar

Pêşniyar

Avakirina SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ

Niha kêmasiya Zimanê Kurdî ya herî mezin, ev e ku saziyek bi navê ”Saziya Zimanê Kurdî” tune. Ez bi vê pêşniyarê hêvî ji hemû sazî, dezgeh, civat, komik û kesayetiyên rewşenbîr ên Kurd û yên kurdîzan dikim ku ew di demeke herî nêz de kom bibin û bi biryareke giştî û piralî SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ li Amedê ava bikin.

Saziya ku ava bibe, divê beşek ji bo kurmancî û beşek ji bo kirdikî (zazakî) be. Hingê ew  sazî wê hin deriyên nûjen û pêşketî ji bo Ziman û Çanda Kurdî vebike.

Bêguman Zimanê Kurdî ne malê siyasetan e, ne jî kes dikare pê xwe binirxîne. Ji ber ku ew malê Neteweyê Kurd e; hemû çîn û cûnên Kurd herweha hemû kes û civakên kurdîzan, xwediyê vê serwetê ne.

Dîsa dibêjim bêguman, mirov dikare bê siyaset jiyana xwe berdewam bike, lê mirov nikare jiyana xwe bê ziman berdewam bike. Ji ber ku ziman, rihê nijadî ye. Dema ew rih ji civatê derkeve, civat mirî tê hesibandin û dibe wek goristanekê.

Îro ev teknîka nûjen a ragîhandinê jî wisan kiriye ku mirov di nêv mala mirov de diheşifîne û rihê nijadî yê mirov dikuje.
 
Eger saziyeke wisan piralî bête avakirin, bêguman wê alîkariyeke mezin ji bo Ziman û Çanda Kurdî bike.

Bi hîviya avakirina SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ li Amedê, her şad û serkeftî bin…

 

Zeynelabidin Zinar

Stockholm 08/ 10/ 2013
[email protected]

 

Back to top button