Nivîsar

Pêşniyar

Ev e du-sê sal in ku derfeta xwendina Zimanê Kurdî li çend zanîngehên Bakûrê Kurdistanê êbûye. Bêguman bi vê yek vîneke pir zêde jî bo xwendina Zimanê Kurdî êbûye. Lê belê li hin zanîngeh (xasma jî Zanîngeha Mêrdînê) di azmûnan de pirsên zehmet ji ciwanan hatiye kirin. Ev yek jî bûye sedem ku pir kes nizanibûne û hewesa xwendina Zimanê Kurd li ba wan şikestiye.

Ev hawe niheqiyeke mezin e li ciwanên me. Divê her zanîngeh rewşa ku ciwanên Kurd çiqas hatine heşifandin, zimanê xwe çewa jibîr kirine û wek kultur çewa jê dûr bûne bidin ber çavan.

Wergirtina ciwanên Kurd ji bo beşên kurdî, divê ne li gor merc û tewrên yasaya zanîngehan êbibin. Ji ber ku Kurd, kurdî ev e 80-90 sal in ku qedexe bûn.

Hêvîdar im ku her zanîngeh dema destpêka Komara Tirkiyê bide ber çavan ku di wan deman de kesên ku pênc sal dibistan xwendibû û ku bi tîpên latênî jî dizanibû, dewletê ew bê azmûn û b merc û şert wek mamoste didane vebuhtîkirin.

Baş e, Tirkiyê heta niha saziyeke ku kurdî lê hatibe xwendin jî nebû. Erê, madem azmûnek tê kirin, lê çima hewqas pirsên zor û zehmet têne pirsîn?

Hêvîdar im ku hemû berpirs birêvebirên Beşa Kurdî ya li hemû zanîngehan, rewşa ciwanên ku dixwazin kurd bixwînin bidin ber çavên xwe û astengî ji wan re dernexînin, da xwendevanên Zimanê Kurdî ji daxwaza xwe poşman nebin.

Serkeftin bo hemû beşên Zimanê Kurdî bo ciwanên ku dixwazim Zimanê Kurdî bixwînin.  Her şad û bextewer bin

05/ 09/ 2013

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button